Xwendekara ku sirûda pesnê Hamaney dide nexwend hat qetilkirin 2022-10-18 16:30:28   ENQERE - Hêzên rejîma Îranê ku bi ser lîseyekê de girtin û xwendekarek 16 salî ku sirûda pesnê Ayetullah Alî Hamaney dida nexwendiye, hat qetilkirin.    Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir didome. Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da û bal kişand ser binpêkirinên giran ên li dijî zarokan û xwest dawî li kuşştin û girtina zarokan bê anîn. Di xwepêşandanan de herî kêm 23 zarok hatin qetilkirin û hin zarok bi îşkenceyê hatine qetilkirin.    Hêzên rejîmê li Erdebilê bi ser Lîseya Keçikan a Shahedê de girtin û ji xwendekaran zaroka 16 salî Asra Panahî qetil kirin. Hat zanîn ku ji ber xwendekarê sirûda pesnê Ayetullah Alî Hamaney dida nexwendiye, hat qetilkirin. Her wiha hat gotin 19 xwendekarên keç jî hatine revandin. Bajarê Erdebilê li eyalete Başûrê Azerbaycanê ye û li vî bajarî xwepêşdan tên li darxistin.