Di doza êrişa li dijî avahiya HDP’ê de ji bo ku bersûc ‘heqê ziyanê’ bidin dem hat dayîn 2022-10-18 16:19:29   EDENE - Di doza êrişa li dijî avahiya HDP’a Yuregîrê de 3 bersûc girtî tên darizandin. Dadgehê, ji bo ku pereyê ziyana gihandine avahiya partiyê bidin, dem da bersûcan.    Ammar Hasan û Beşşar Elalî yên Sûriyeyê û kesê bi navê Mahmût Kendîrcî, di 16’ê sibatê de êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Yuregîr a Edeneyê kirin. Derheqê her sê êrişkaran de bi sedema “bêyî ku destûrê bixwazin madeyên xetere li cem xwe girtine”, “ziyan gihandine avahî, tesîs an jî alavên ji hêla partiyên siyasî yan jî saziyên pîşeyî ve tên bikaranîn” û “li ser navê rêxistinê sûc kirine” doz hatibû vekirin. 3’yemîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat dîtin. Her sê bersûc û parêzerên her du aliyan û Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş di danişînê de amade bûn.    TESPÎTKIRINA ZIYANÊ    Li eywana danişînê polîsên sivîl jî hebûn û dadgehê rapora kesê pispor a “ziyandayîna mal” li dosyayê zêde kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku bersûcan bi bihayê hezar û 250 TL’an ziyan gihandine avahiya HDP’ê û bi bihayê 5 hezar û 300 TL’an jî ziyan gihandine Şendîl Gidayê.    BERSÛCAN XWEST BÊN BERDAN   Ji bersûcan Ammar Hasan îdia kir ku ew bêsûc e û dê heqê ziyana gihandiye avahiya partiyê nede. Beşşar Elalî û Mahmut Kendîrcî jî gotin ku dê heqê ziyana gihandine avahiya partiyê bidin. Bersûcan îfadeyên xwe yên berê dubare kirin û xwestin bên berdan.    Parêzerên bersûcan jî îdia kirin ku têkiliya miwekîlên wan bi “rêxistinan” re nînin û xwestin bên berdan.    ‘TÊKILIYA RÊXISTINÎ HEYE’   Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê parêzer Mehtap sert jî da zanîn ku bûyereke munferît nîne û diyar kir ku têkiliyeke rêxistinî heye û xwest ku rewşa girtî ya bersûcan bidome.    JI BO DAYÎNA HEQÊ ZIYANÊ DEM DA BERSÛCAN   Ji bo ku bersûc heqê ziyana gihandine avahiya partiyê û kargehê, şandeya dadgehê dem da bersûcan, xwest kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin û biryar da ku rewşa girtî ya bersûcan bidome. Doz, taloqî 29’ê mijdarê hat kirin.