Tirkiyeyê li Başûr di rojekê de 14 caran çekên kîmyewî bi kar anîn 2022-10-18 15:05:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku Tirkiyeyê di êrişên xwe yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê de tenê di rojekê de 14 caran çekên kîmyewî bi kar anîn.    Êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa tirk di rojekê de 14 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî li dijî hêzên wan bi kar anîn.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku artêşa tirk her wiha 28 ceran bi helîkopteran êriş pêk anîn û bi tank û çekên giran jî bi dehan caran herêm topbabaran kir.    Di daxuyaniya nava rojê de hatibû ragihandin ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî de 17 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.