Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin 2022-10-18 13:51:26   STENBOL - Li Stenbolê di serdegirtinên malan de zarok jî di nav de herî kêm 7 kes hatin binçavkirin.    Serê sibehê polîsan li navçeyên Stenbolê bi ser malan de girt. Di serdegirtinan de zarok jî di nav de herî kêm 7 kes hatin binçavkirin. Polîsan binçakiriyan bir Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û Midûriyeta Şaxa Zarokan a Uskudarê.    Sedema binçavkirinê nehat zanîn û hat diyarkirin ku ji bo 24 saetan qedexeyê danîne ser hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên xwe re.