Emîne Şenyaşar: Ez li benda biryara îstînafê me 2022-10-18 13:14:23   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 589’an a Nobeta Edaletê de ev peyam parve kir: “Dayik li bendê ye ku Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê biryareke adilane bide.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 589’an de berdewam kir. Malbat, di saetên serê sibehê de hat pêşiya Edliyeya Rihayê û pankarta “Edalet ji bo Malbata Şenyaşar” hilayîste blokên beton. Di destê Emîne û Ferît Şenyaşar de kaxiza bi nivîsa “Edalet” hebû. Malbatê, ji bo welatî û parêzerên rêya bi edliyeyê ketî qala têkoşîna xwe ya edaletê û komkujiyê kirin.    MALBAT PEYAM PARVE KIR   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal hesabên Wezareta Dadê, Wezîrê Dadê Bekir Bozdag û Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) etîket kir û ev peyam parve kir: “Li dijî malbata me neheqî û bêhiqûqiya yekem li Edliyeya Rihayê dest pê kir. Bûyer bi tena serê xwe yek bû lê kirin du doz. Dayik li bendê ye ku Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê biryareke adilane bide.”