KODAR’ê banga avakirina ‘meclisên bajaran ên xweser’ li çalakvanan kir 2022-10-18 13:05:28   NAVENDA NÛÇEYAN - KODAR’ê da zanîn ku çalakiyên li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê êdî gihiştine qonaxeke jêneveger û banga avakirina Meclisên Bajar ên Xweser kir.    Komelgeha Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), bi daxuyaniyekê nêrîn û pêşniyarên xwe yên ji bo serhildana li Rojhilat û Îranê bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hatiye destpêkirin û hêj didome kir. KODAR’ê destnîşan kir ku çalakiyên vê carê ji çalakiyên berê xurtir û bidisiplîntir in û ev tespît kir: “Serhildan gihaştiye qonaxeke wisa ku êdî vegera wê nîne.”   Bi domdarî KODAR’ê diyar kir ku navendên bajaran bûne qadên raperînê û ev tişt gotin: “Hêzên rejîma Îranê heta astekê li ber xwepêşanderan bêkêr bûne û ev jî cihê hêviyê ye. Rejîma ku dest û lingên wê hatine girêdan, bi hemû hêza xwe êrişî çalakvanan dike ku dixwazin dawî li rejîma heyî bînin. Tiliya tu hêzên biyanî di serhildanê de nîne û hewceye ku li dijî vê rejîma dijminê civakê, li kolan û taxa tîmên navxweyî bên pêşxistin û Meclisên Rêveberiya Xweser a Bajaran bên avakirin. Divê yek ji xala esasî ya gel pêkanîna vê mercê be, çalakiyên xwe xurtî bidomînin.   XAMANEY BANGA XWÎNRIJANDINÊ KIRIYE   Helwesta rejîm û dewleta Îranê li gotin û dîsa di serkutkirinê ya Xamaneyî de eşkere ye. Li gel vê jî helwesta civakê ya di raperîn de cidî, radîkal û eşkere ye. Ev gotinên Xamaneyî bi mebesta ku weke gefekê dawî ya ji bo serkutkirina raperîna gel e. Ji bo wê her serkutkirineke bibin Xamaneyî û desthilat jê berpirs e. Xamaneyî bi vê yekê li hember gel şer îlan kiriye, bi vekirî gefa êrîşê dike. Banga fermanê li artêş û hêzên pasdaran kiriye ku xwînê birijînin. Jixwe ev yek, yek ji karê sîstemên desthilat e ku mirov divê lê matmayî nemîne. Rejîma Îranê şerê navxwe û derve tevlihev kiriye, xwe neçarî vê yekê dibîne ku xwînê birijînin ku Rojhilata Navîn ji nav bibe û carekî din di nava tarîtiyê de bifetisîne.   ÊRIŞÊN SER ROJHILAT   Êrişên sipayên pasdaran ên li derveyî sînor li dijî hêzên kurd, ev jî vê nîşan dide ku ev êriş li nava xwe li dijî ti gelek din nîne, ji ber barê giran li ser milê gelê kurd e. Li ciheke weke Belûcistan dawî li qetilkirina xwepêşanderan anîn û bes dît. Lê li dijî gelê kurd û li rojhilatê Kurdistanê yê xwe weke neçar dibîne ku dest bi êrişên leşkerî yên derveyî sînor bike. Li dema Şoreşa 1979’an li rojhilatê Kurdistan êriş li ser gelê kurd û serokên gelê kurd bûn. Cêwaziya îro dixuyê, redkirina rejîmê ya ji aliyê hemû gelên Îranê ve ye. Lewazkirina êrişan a li ser gelê kurd û Tevgerên Azadîxwaz ên gelê kurd li rojhilatê Kurdistanê bi rêxistinek hê xurtir û bi hêztir a li dema Şoreşa 1979’an bi parastina rewa û xwezaya xwe û gelan pêkan dibe.   DIVÊ TU HÊZ NEKEVIN NAVA HEWLDANA BIDAWÎKIRINA SERHILDANÊ   Bi çi reng û rêbazê dibe bila bibe, hemû gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê dest bi serhildanê kiriye. Ji bo wê ti maf û hêza kes û rêxistinekê nîne, bikeve nava hewldanan ji bo dawîkirina serhildanê. Heke vê bikin, xwe û gelê xwe dixin nava metirsiyeke mezin. Heman demê hemû zemîn û derfetên ji bo pêşxistina serhildan û gihiştina şoreşeke rasteqîn li ber dest e, bila tu kes ti hincet û sedeman ji bo xwe peyda neke ji vî erkê exlaqî û mirovî xwe bide paş.   BANGA AVAKIRINA RÊVEBERIYÊN XWESER   Serhildana gelan ranaweste, pêwîstî bi pêkanîna rêveberiyên xweser ên gel li bajaran heye. Ji bo wê hemû gelên li kuçe û kolanan serî hildane, dest bi rêxistinkirineke xurt û pêkanîna rêveberiyên xweser ên herêmî, tax û kolanan li nava hemû beşên civakê ava bike. Hemû çalakvan, rewşenbîr, siyasetmedar li nava vê cihê xwe bigirin ji bo baştir, bi biryardartir û vekirîtir daxwazên xwe yên azadî û aştiyê bînin ziman. Ji ber ku yekan e ev rê li ber me ye.”