Dadgehê proje betal kiribû lê qeyûm îhaleya hilweşandinê derxist 2022-10-18 12:41:23 AMED - Li taxa Kanyartepe ya Amedê ku “veguhrandina bajêr” hat betalkirin, Şaredariya Amedê bi xwediyê 24 avahiyan re li hev kir û ji bo hilweşandinê derxist ber îhaleyê. Di îlona 2020’an de li ser biryara Serokkomariyê li taxa Kanyartepe ya navçeya Rezana Amedê “qada bi rîsk” hat ragihandin. Wezareta Bajarvaniyê di adara 2021’ê de taxê hilda bin kontrola “Qada Veguhrandina Bajêr”. Odeya Plansazên Bajêr a Şaxa Amedê li dijî biryara “veguherandina bajêr” serî li Dadgeha Îdareyê ya 3’yemîn a Amedê da.    Dadgehê biryara Odeya Plansazên Bajêr nirxand û biryar da ku projeya veguherandina bajêr bê sekinandin û proje betal kir.    Li ser vê biryara dadgehê ya betalkirina projeyê vê carê jî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya projeya qeyûm de ye, ji bo Porjeya Veguherandina Bajêr bi xwediyê 24 avahiyan re li hev kir û da ber îhaleyê. Di îhaleyê de hat xwestin ku ev 24 avahî bên hilweşandin.