Xizmên girtiyan: Em ê dev ji doza zarokên xwe bernedin 2022-10-18 12:33:21   AMED - Malbatên girtiyan diyar kirin ku zilm li zarokên wan tê kirin û wiha bang kirin: “Em ê bi tu awayî dest ji doza zarokên xwe bernedin.”    Bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin, malbatên girtiyan ên Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 336’an de li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê berdewam kir. Endam û rêveberên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) jî ji bo piştevaniyê tev li daxuyaniya malbatan bûn.    Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyên nexweş Nazîme Boltan axivî. Boltan, da zanîn ku kêmek ma ye çalakiya wan salekê li pey xwe bihêle û wiha got: “Lê heta niha jî tu bersiveke erênî nedan me. Me tiştekî mezin ji wan nexwestiye. Tekane daxwaza me mafên zarokên me ne. Zilmê li girtiyên nexweş û hemû girtiyan dikin. Demek berê ez bi kurê xwe re axivîm û got ku hevalên wî ketine greva birçîbûnê. Mafên wan tên binpêkirin lewma dikevin greva birçîbûnê. Em li vir dîsa dubare dikin ku dê dev ji doza zarokên xwe bernedin.”