Nasnameyên HPG’iyên di êrişa kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin 2022-10-18 12:18:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Nasnameya 17 endamên HPG’ê û YJA Starê yên di êrişa çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin.    Êrîşên ku dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokratîk a Gelan (PDK) di 17’ê nîsanê de li Herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin 6 meh li pey xwe hiştin. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), daxuyaniya Navenda Parastina Gel (HSM) a li ser êrişên bi çekên kîmyewî ku di nava 6 mehan de pêk hatin weşand. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku di navbera 14’ê nîsan û 14’ê cotmehê de dewleta tirk 2 hezar û 467 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bikaranîne. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di êrişan de nukleerên taktîk, bombeyên termobarîk û fosfor hatine bikaranîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî ya di mehên tebax, îlon û cotmehê de li qada Şikefta Birîndaran 9, li qada Karker 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.    AGAHIYÊN NASNAMEYAN   Agahiyên nasnameyên endamên HPG’ê û YJA-STAR’ê ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: “Muhammed Dodkanîmîlan (Rûbar Karker), Alîcan Derîcî (Cîger Malazgîrt), Kevser Ete (Helbest Koçerîn), Mehmet Can Evren (Baz Mordem), Yekta Buşra Boz (Mava Roj), Ferhat Guneş (Sedat Demhat), Peyam Abdullah (Delal Şoreş), Bahadîn Ahmet (Demhat Têkoşîn), Alî Darga (Demhat Cizîr), Gurbet Oran (Zinarîn Cûdî), Amed Alî (Rêber Kobanê), Newroz Tahir (Ruksen Zagros), Yahya Şen (Xemgîn Cizîr), Mehdî Babat (Rêber Roboskî), Osman Abdî (Serdem Agirî), Abdurrahîm Ûzûn (Mazlum Nisêbîn), Muhammed Xelîl (Erdal Besta).”    Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku beriya niha jî di êrişên çekên kîmyewî de 27 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dabû û ev bang li saziyên navnetewî û derdorên demokratîk hate kirin: “Ji binpêkirina qanûnên şer û hiqûqa navnetewî ku nirxên mirovahiyê tên binpêkirin re bêjin bes e.”