YE'yê ji ber rola wan a di êrişan de mieyîde li ‘polîsên exlaqê’ û rayedarên Îranê ferz kir 2022-10-18 11:17:58 ENQERE - Yekitiya Ewropayê ji ber rola wan a di bikaranîna tundiya li dijî çalakiyên aştiyane yên li Îranê de, dest danî ser mal û milkê “polîsên exlaqê” û Wezîrê Îstîxbaratê yê Îranê jî di nav de bi giştî yên 11 kesan û ketina wan a Ewropayê qedexe kir.    Piştî qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî (22) ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve, li seranserî Îranê çalakiyên mezin dest pê kirin û ev çalakî hêjta berdewam in. Rejîma Îranê bi dijwarî êrişî çalakvanan dike û heta niha gelek kes qetil kirin, gelek kes birîndar kirin û girtin. Yekitiya Ewropayê (YE) jî bi sedema rola wan a di bikaranîna tundiya li dijî çalakvanan û bipêkirinên mezin ên mafên mirovan de, dest danî ser mal û milkê ji rayedarên naskirî yên Îranê Mohammad Rostamî û Hajahmad Mîrzaeîkîmî, Wezîrê Îstîxbarata Îranê Issa Zarepour û “polîsên exlaqê” jî di nav de bi giştî yên 11 kesan. Her wiha ketina van kesan a Ewropayê jî hat qedexekirin.    JI WEZARETA KARÊN DERVE YA YE’YÊ BIRYARA MİEYÎDEYAN    Piştî ku wezîrên karên derve yên YE’yê di civîna li Luksemburgê de biryara mieyîdeyan erê kirin, daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi sedema “ji ber ku bi bêrehmî êrişî çalakvanan kirine”, dê mieyîde li Hêzên Emniyeta Îranê, hinek polîsên herêmî û hinek şefên polîsan ên herêmî bên ferzkirin.    Bi sedema ku piştî protestoyan înternet qut kiriye, Wezîrê Îstîxbarata Îranê Issa Zarepour jî xistin lîsteya mieyîdeyan.    DIBE KU MIEYÎDE GIRANTIR BIBIN   Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, destnîşan kir ku dê YE çavên xwe ji zextên li Îranê re negire û heke rayedarên Îranê tundiya li dijî gel bidomîne, dê mieyîdeyên xwe hîn girantir bikin.    BESÎÇ JÎ XISTIN LÎSTEYÊ   Di daxuyaniyê de tundiya bêsînor a li dijî çalakiyên aştiyane hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku ev tundî nayê qebûlkirin. YE’yê ragihand ku ji ber ku hêza paramîlîter a bi navê Besîç ku girêdayî Mihafizên Şoreşê ye û di çalakiyan de zextên hovane li çalakvanan kirine û bûne sedema mirina gelek kesan, xistine lîsteya mieyîdeyan.    ÎRANÊ GEF XWAR   Rejîma Îranê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku dê di kêliyê de bersiva pêwîst bidin.    DYA, INGILISTAN Û KANADAYÊ JÎ BIRYARA MİEYÎDEYAN DABÛ    DYA, Ingilistan û Kanadayê jîbi heman sedeman biryara cezakirina Îranê dabûn. Rejîma Îranê îdia kiribû ku DYA çalakvanan sor dike.