ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-18 09:00:00     * Ferît Şenyaşar diyar kir ku îdianameya ku piştî 4 sal û 4 mehan hatiye amadekirin kêm e û got ku divê Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz wekî bersûc bê darizandin.   * Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk û Serokê Giştî yê Haber-Senê Mesût Balkan destnîşan kirin ku dê li dijî "Qanûna Sansurê" mafê nûçeçêkirinê yê rojnamevanan biparêzin.    * Endama HDP'î ya Meclîsa Şarederiya Farqînê Pinar Memîş kirine endama AKP'ê. Memîşê bertek nîşanî vê yekê da û got ku ya hatiye kirin bêexlaqîtî ye.    * Rojnameger Hakki Boltan bal kişand ser astengiyên li ber Rojnameya Xwebûne û wiha got: “Heqîqeta 50 milyon kurdî nayê astengkirin."   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 589’emîn de berdewam dike.    * Danişîna doza derbarê endama Meclisa Ciwanên HDP’ê Esengul Kiliç de hatiye vekirin wê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin. (09.00-17.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li Amed û Îzmîrê dane destpêkirin berdewam dikin. (11.00-16.00) ZINDÎ   * Şaxa ÇHD’a Stenbolê têkildarî karesata madene ya li Bartinê ku 41 karkeran jiyana xwe ji dest dane wê li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyaniyê bide. (12.00)   * HDP wê li Meclisê komcivîna xwe li dar bixe. (12.45)   * Danişîna doza derbarê Ammar Hasan, Beşşar Elalî û Mahmût Kendîrcî yên êrişî avahiya navçeya HDP’ê ya Yuregîrê kiribûn de hatiye vekirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giranê bê dîtin. (14.00-17.00)