Encumena HDP'î kirine endama AKP'ê! 2022-10-18 09:01:15   AMED - Endama HDP'î ya Meclisa Şarederiya Farqînê Pinar Memîş kirine endama AKP'ê. Memîşê bertek nîşanî vê yekê da û got ku ya hatiye kirin bêexlaqîtî ye.    Endama HDP'î ya Meclisa Şaraderiya Farqînê ya Amedê Pinar Memîş, bêyî haya wê jê hebe kirine endama AKP’ê. Memîş, di 14'ê cotmehê de li ser sepana "e-devletê" li endamtiya xwe ya ji bo partiya siyasî mêze kiriye û dîtiye ku ew endama AKP'a Farqînê ye.   Memîşê got: “Di 14'ê cotmehê de ez di telefona xwe de ketim sepana e-devletê. Gava ketimê min dît ku ez endama AKP'a Farqînê me. Ez şaş mam. Lê ez hê jî encumena HDP'a Farqînê me. Çendî ez ji peywirê hatibim girtin jî, di fermiyatê de ez hê jî encumen im. Ev çawa çêdibe ku hem encumena HDP'ê bim hem jî endama AKP'ê. Agahiyên nasnameya min çawa bi dest wan ketine. Bê îrada min ez kirime endama AKP’ê. Ev bêexlaqîtî û bêhiqûqîtî ye. Ez vê qebûl nakim. Ez ê gilî bikim. Îro wiha kiribin, sibê wê tiştine mezintir bikin."   Memîşê bang kir ku her kes endamtiya xwe ya siyasî kontrol bike û li ber tiştên bi vî rengî bêdeng nemîne.