'Em ê mafê çêkirina nûçeyan ê rojnamevanan biparêzin' 2022-10-18 09:00:57 ENQERE - Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk û Serokê Giştî yê Haber-Senê Mesût Balkan destnîşan kirin ku dê li dijî "Qanûna Sansurê" mafê çêkirina nûçeyan ê rojnamevanan biparêzin.    Qanûna ku rêxistinên rojnamevanan wê wekî "Qanûna Sansurê" bi nav dikin û di xwe de astengkirina medyaya sanal û medyaya înternetê dihewîne, di 13'ê cotmehê de bi dengên AKP û MHP'ê hat qebûlkirin. Ev qanûna ji 40 xalan pêk tê û AKP-MHP wê wekî "qanûna têkoşîna li dijî dezenformasyonê" bi nav dikin dê di 1'ê nîsana 2023'yan de têkeve meriyetê.    TIRSA TÊKŞIKÎNÊ   Hevserokê Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk wiha got: "7 sal in li hemberî maf û azadiyên bingehîn êrişeke dijwar heye. Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hemû derfetên çapemeniyê hatin desteserkirin. Hê jî gelek rojnamevanên çapemeniya azad ji ber mafê nûçewergirtinê diparêzin girtî ne. AKP û MHP'ê di nava krîzeke nebirêvebirinê de ne. Ber bi hilbijartinên 2023'yan ve tirsa windakirinê li AKP'ê peyda bûye. Ji ber vê van polîtîkayên xwe didomîne. Gava AKP winda bike, dê kesên ku 20 sal in burokrasiya vê dewletê bi rê ve dibin ji ber bêhiqûqîtiyên xwe bên darizandin. Lewma dikevin nava helwesteke çewisîner."    'EM Ê PAŞ DE GAV NEAVÊJIN'   Bozgeyîk destnîşan kir ku xala 29'an a vê qanûna navbirî ji bo rojnamevanan û derdorên muxalif xaleke talûke ye û got ku desthilat dê bi vî awayî çewisandinên xwe di ser çapemeniya alîgir de zêde bike. Bozgeyîk, wiha domand: "Dê kes an jî saziyên ku polîtîkayên derewkar ên desthilatê teşhîr bikin têkevin ber dozan. Ev helwesteke ji bo tepisandina me ye. Lê desthilat divê baş bibîne; li cîhanê rejîmên faşîst ên bi vî rengî çendî polîtîkayên pri eçwisîner xistibin dewrê jî, lê derdorên muxalif bi hêza xwe ya cewherî ew ji holê rakirine. Em rêxistin ked û pîşeyî, ji bo betalkirina vê qanûnê em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Em ê ji mafên xwe yên demokratîk û sivîl paş de gav neavêjin."    'QANÛNA JI BO HILBIJARTINÊ'   Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Çapemenî, Weşan û Postayê (Haber-Sen) Mesût Balkan jî bilêv kir ku dê ji ber vê qanûnê bi hezaran kedkarên çapemeniyê betal bimînin û ev tişt anî ziman: "Desthilat ditrise ku têk bişikê. Lewma dixwaze derdorên muxalif bitepisîne." Balkan destnîşan kir ku pirş eşkere ye ku ev qanûna navbirî amadekariyeke ji bo hilbijartinê ye û wiha bi dawî kir: "Lê em ê mafê nûçeçêkirinê yê rojnamevanan biparêzin û nehêlin mafê nûçewergirtinê yê gel bê xespkirin."