Ferît Şenyaşar: Divê Yildizê AKP'î wekî bersûc bê darizandin 2022-10-18 09:00:43   RIHA - Ferît Şenyaşar diyar kir ku îdianameya ku piştî 4 sal û 4 mehan hatiye amadekirin kêm e û got ku divê Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz wekî bersûc bê darizandin.   Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjînê wê û du kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên Parlementerê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, ji 9'ê Adara 2021'ê ve li ber Edliyeya Rihayê didome.    Dosyeyên dozê yên têkildarî qetilkirina ferdên malbata Şenyaşar, wekî dosyeya "kargehê" û "dosyeya "nexweşxaneyê" hatibûn dabeşkirin. Di çarçoveya dosyeya li kargehê de li Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh û li Enver Yildiz jî 18 sal ceza hatibû birîn. Biryara ku di 2'yê nîsana 2021'ê de 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê ve hatibû dayîn, hê li îstinafê ye.    Her wiha piştî 4 sal û 4 mehan jî îdianameya der barê dosyeya "nexweşxaneyê" de hat amadekirin. Di dosyeya nexweşxaneyê de ji ber qetilkirina Hecî Esvet Şenyaşar û Adil Şenyaşar û ji ber birîndarkirina Ferît Şenyaşar û Mehmet Şenyaşar jî hatiye xwestin ku li 19 kesan ceza bê birîn.    Ferît Şenyaşar ku tevî dêya xwe Emîne Şenyaşarê 589 roj in li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire, têkildarî îdianameyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    Şenyaşar diyar kir ku ew ji Ajansa Anadolûyê (AA) bi îdianameya der barê dozê de hesiyane û got ku îdianameya ku piştî û 4 sal û 4 mehan hatiye amadekirin hin pirs li wan peyda kiriye. Şenyaşar ragihand ku Serdozgerê Komarê yê Rihayê yê wê demê îfadeya nêzî 80 kesî girtiye û wiha got: "Dema em piştî ew qas rojî em lê mêze dikin îfadeya 76 kesan hatiye girtin. Hemû delîl 4 sal û 4 meh berê hatine berhevkirin. 4 sal û 4 mehan îdianame nehat amadekirin. Di vê navberê de 10 dozgerên dosyeyê guherîn. Ev dozger di 4 sal û 4 mehan de tiştek nekirin. Komkujî di heman rojê de hat kirin, lê rabûn wekî dosyeya kargehê û nexweşxaneyê dabeş kirin. Dozgerê ku dosya kirine du beş, paşê hat terfîkirin. Divê ev her du doz bibin yek. Wekî du dosyeyan dabeşkirina wan bêhiqûqîtî ye."   ‘DIVÊ YILDIZ Ê AKP'Î BÊ DARIZANDIN'   Bi domdarî Şenyaşar destnîşan kir ku divê Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’yî wekî bersûc bê darizandin û ev tişt anî ziman: "Yildiz ê AKP'î jî li kargehê û nexweşxaneyê bû. Dayika min Yildiz ê AKP'î li nexweşxaneyê dît. Polîsên ku hewl dan pêşî li ber êrişan bigirin, bi hêza siyasî ya Yildiz ê AKP'î hatin astengkirin. Hin kesan bihîstiye ku Yildiz ê AKP'î gotiye 'Terorîst in, em ê hemûyan bikujin.' Ger parlamenter ne li nexweşxaneyê bûna, dê komkujî çênebûna. Serberpirsê komkujiya li nexweşxaneyê parlamenter Yildiz e. Ji bo şêwirmendê Yildiz ê AKP'î û biraziyên wî ku di îdianameyê de gotine ji serê bûyerê heta dawiya bûyerê ew li cem Yildiz bûne, du caran cezayê muebeda giran tê xwestin. Lê di îdianameyê de der barê Yildiz ê AKP'î de hevokek jî nîn e. Nedaxilkirina Yildiz ê AKP'î ya nava îdianameyê nîşan dide ku ferzkirina pêkanînên siyasî dewam dikin. Ger darizandineke adilane hebûya, li holê sûcê li hemberî mirovahiyê heye û hatiye tespîtkirin ku gava ev sûc hatiye kirin parlamenter jî li wir bûye. Ger darizandineke adil çêbibe, divê der barê parlamenter de fezlekeyekê ji meclisê re bê şandin. Yildiz ê AKP'î kiryarê vê bûyerê ye û divê bê darizandin."   'DÊ TÊKOŞÎNA JI BO EDALETÊ BIDOME'   Şenyaşar bibîr xist ku wan bi du daxwazan dest bi Nobeta Edaletê kiriye û wiha domand: "Dozê bi awayekî derhiqûqî kirin du beş. Ev şîroveya hevpar a hemû hiqûqnasan e. Di doza der barê kargehê de 37 sal û 9 meh ceza li birayê min Fadil Şenyaşar hat birîn. Van rojan em li bendê ne biryarek bê dayîn. Em hêvî dikin ku ev biryar ji bo yekbûyîna her du dosyeyan be."    Di berdewamê de Şenyaşar diyar kir ku Nobeta Edaletê ya ku di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin didome û axaftina xwe wiha qedand: "Dema min û dayika xwe dest bi vê nobetê kir me got, heya daxwazên me bên qebûlkirin dê bidome. Bi têkoşîna me hin gavên hiqûqî hatin avêtin. Em ji bo dosyeya der barê nexweşxaneyê de doza darizandineke adil dikin û em dixwazin birayê min (Fadil Şenyaşar) bê berdan. Divê birayê min demildest bê berdan. Doza der barê nexweşxaneyê de hat vekirin. Doz hê li dadgehê berdewam e. Em ê nobeta xwe bidomînin. Heta birayê min azad bibe dê têkoşîna me bidome. Di encama têkoşîna me de hin gav hatin avêtin. Li hemberî vê yekê Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'î jî li ser medyaya dijîtal wêneyekî birayê min belav kir û malbata me kir hedef. Berê jî ev wêne belav kiribû û bêbextî xistibûn stuyê malbata me. Ew wêne fotomontaj e. Tu sûcî di xwe de nahewîne û ji bo vê li ber destê me biryara darazê heye."    MA / Emrûllah Acar