Parlamentera HDP’ê ya berê Yildirim hate berdan 2022-10-18 08:42:46 MÊRDÎN - Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim a tevî înfaza wê temam bûbû jî 4 meh bûn nedihat berdan, ji Girtîgeha Kandirayê ku lê dihat ragirtin hate berdan.  Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim piştî ku di 4’ê mijdara 2016’an de bi parlamenterên HDP’ê yên din ve parêzbendiya wê hatibû rakirin hatibû girtin û ji aliyê 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Yildirim, ji ber înfaza wê temam bû ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê hate berdan.    Gursel a li gorî Qanûna Înfazê di çarçoveya 7 sal û 6 meh cezayê hefsê yê lê hatibû birîn re, bi pejirandina Dadgeha Bilind re diviyabû 5 sal 7 meh û 16 rojan di girtîgehê de mabûya lê tevî 4 meh in înfaza wê temam bûbû jî nedihat berdan.