Tenduristiya Aysel Tûglûkê xirab bûye 2022-10-17 17:39:17   STENBOL – Tenduristiya siyasetmedar Aysel Tûglûkê xirab bûye. Beştaş û Taşdemîrê ku serdana Tûglûkê kirin, ragihandin ku tenduristiya Tûglûkê xirab bûye.    Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meraş Daniş Beştaş û Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîrê îro çûn Girtîgeha Kandirayê ya Hejmara 1'ê serdana siyasetmedar Aysel Tûglûkê kirin. Beştaşê piştî serdanê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ragihand ku tenduristiya Aysel Tûglûkê ya bi nexweşîna demansê ketiye xirab bûye.   Beştaşê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: "Ez û parlementera me ya Agiriyê @dilan_dirayet çûn Girtîgeha Kandirayê, serdana hêja Aysel Tûglûkê. Mixabin me di hevdîtinê de dît ku tenduristiya wê xirab bûye. Çendî ev yek tê zanîn jî çima Aysel di girtîgehê de ye? Ev israrkirin ji bo çi ye #AyselTuğlukİçinAdalet”