Berxwedana li girtîgehên Îranê belav dibe 2022-10-17 16:30:44 ENQERE - Piştî Girtîgeha Tehranê, li girtîgehên Tebrîz, Sine û Qazalhîsarê jî girtiyan serî rakir.  Bi qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve, li seranserî Îranê çalakiyên protestoyî dest pê kirin û ev çalakî ketin meha duyemîn. Di şeva şemiyê de hat ragihandin ku bi şewata li Girtîgeha Tehranê re girtiyan dest bi berxwedanê kiriye. Televîzyona dewletê ya Îranê IRNA’yê her çende ku di weşanda zindî de gotibe; “di şewatê de 40 ksan jiyana xwe ji dest da” jî, piştre ev hejmar weke 4 kes hat sererastkirin. Serokatiya Daîreya Dadgeha Bilind jî îro hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn weke 8 aşkera kir.    LI GIRTÎGEHA QAZALÎHÎSARÊ JÎ SERHILDAN DEST PÊ KIR   Li gorî agahiyên ber dest, li Girtîgeha Qazalhîsar a Karajê pevçûn derket. Girtiyan, li hewadariya girtîgehê dirûşma “Mirin ji dîktator re” berz kirin. Li ser vê yekê gardiyanan bi ser qawîşan de girt û êrişî girtiyan kirin. Hat ragihandin ku dîrektorê gule berdan hewa û gef li girtiyan xwar. Li gorî agahiyan, zêdetirî 50 polîsên tîmên taybet bi hinceta sekinandina çalakiyan li girtîgehê hatine veguhestin. Her wiha li ser banê girtîgehê jî hatine bicihkirin.    RÊXISTINA EFÛYÊ JI BO CIVÎNA AWARTE BANG LI NY’Ê KIR    Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî  Anis Kalamar, piştî şewata li Girtîgeha Evînê, ji bo civîna awarte bang li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. Her wiha bang li welatên G-7’ê kir ku sefîrên xwe yên li Îranê paşve bikişînin.    Di heman demê de ji bo ku rayedarên Komara Îslamî ji hemû welatan bên dersînorkirin jî kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de heta niha zêdetirî 200 hezar îmze hatine komkirin. Kampanyaya ku ji bo wezîrên karên derve yên Ingilistan, Kanada, Amerîka, Japonya, Almanya, Fransa û Îtalyayê hatiye destpêkirin, bi taybet jî balê dikişînin ser tundiya li dijî çalakvanan. Di çarçoveya kampanyayê de ji welatên navborî tê xwestin ku sefîrên Îranê û nûnerên saziyên wê weke “kesên nayên xwestin” ragihînin.    DAXWAZA BERDANA GIRTIYAN    Kampanya ji hêla parêzer û aktîvîsteke mafên mirovan ê kanadayî Kaveh Shahrouz ve hat destpêkirin û di heman demê de tê xwestin ku girtiyên li girtîgehên Îranê bên berdan.