Karesata madenê hat protestokirin: Ne qeder lê komkujî ye 2022-10-17 16:01:45   DÊRSIM - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê ji bo karesata li Bartinê got ku ne qeder lê komkujî ye.    Li navçeya Amasra ya Bartinê di encama teqîna grizû de 41 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dan. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê têkildarî komkujiyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Kolana Hunerê hat dayîn û endamên platformê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Duh Soma û Ermenek îro jî Bartin. Ne qeder lê komkujî ye” hate vekirin.    FAÎLÊ KOMKUJIYÊ   Serokê Partiya Kedê (EMEP) yê Dêrsimê Ergîn Tekîn daxuyanî xwend û diyar kir ku karesata pêk hatî weke qeza tê nîşandan û ji vê mebest ew e ku berpirsyarên komkujiyê bên veşartin. Tekîn, karesatên madenan ên li Soma, Ermenek, Zonguldak, Şirnex û hwd. bi bîr xist û wiha got: “Di navbera salên 2019-2020’an de yek mifettîşê Wezareta Xebat û Ewlekariya Civakî ji bo venihêrtinê neçûne madena li Amasrayê. Baş e lê xwediyê vê kargehê kî ye? Mehmet Hattat e ku serokkomar Erdogan li ser telefonê ji bo balafira neteweyî lê geriya bû. Heta ku berpisyarên komkujiya li Amasrayê tên darizandin jî dê têkoşîna me bidome.”