Li Amedê êrişa li dijî mamoste hat şermezarkirin 2022-10-17 15:50:40 AMED  - Li dijî Cîgirê Midûrê Dibistana Anadolu ya Ziya Gokalp a Yenîşehîrê Abdulgafur Ozmen êriş hatibû kirin. Egîtîm Sen’ê bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir.    Cîgirê Midûrê Dibistana Anadolu ya Ziya Gokalp a Yenîşehîr a Amedê Abdulgafur Ozmen di roja înê de rastî êrişa weliyê xwendekarekî hatibû. Endam û rêveberên Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir. Daxuyanî li pêşiya Dibistana Anadolu ya Ziya Gokalp hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Na ji tundiya li dijî mamosteyan re” hatibû vekirin. Cîgira Serokê Şaxa Turk Egîtîm Sen a Amedê Pinar Kartal Orhan ve hat xwendin.    Orhan, di serî de êrişa li dijî Ozmen şermezar kir û wiha got: “Tundiya li dijî mamosteyan her ku diçe berbelav dibe û ev rewş asayî tê dîtin. Tundî, bi rêya televîzyon, sînema û nûçeyan weke tiştekî asayî tê nîşandan û vê yekê jî rê li ber berbelavbûna tundiyê ya li her qadê vekiriye. Balkêş e ku rayedar jî li hemberî vê teşwîqkirina tundiyê bêdeng in. Ev tundî, li malê, li kolanê û li her qada jiyanê bûye parçeyeke jiyanê. Qada perwerdeyê jî yek ji van qadan e. Divê rayedar li hemberî van êrişan bêdeng nemînin.  Daxwaza me ew e ku li dijî vê tundiyê, di zûtirin demê de qanûna mamosteyan derxînin. Ji bo ku ev tundî dîsa dubare nebe, hewceye di serî de MEB, hemû saziyên dewletê çareseriyeke bingehîn bibînin.”