Sê karkerên hevalên hev li kêleka hev hatin veşartin: Zarokên me bûn qûrbanên xemsariyê 2022-10-17 12:53:15   BARTIN - Hê jî di têkildarî karesata kana madenê ku 41 karkeran canê xwe ji dest da, di lêpirsînê de pêşketinek çênebûye. Malbatên karkeran bi gotina “xemsarî heye” zarokên xwe vedişêrin.    Li kana madenê ya navçeya Amasraya Bartinê ji berk u tevdîrên pêwîst nehatin girtin di 14’ê cotmehê de teqîna grizu lê pêk hat û 41 karkeran jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Amasrayê xemgînî, hêrs, êş, şîn heye û mirov li navçeyê bi van dîmenan re rûbirû dimîne.    Li navçeyê her kes li ser tevdîr hatiye girtin an nehatiye girtin diaxive û nîqaş dike. Welatî li navçeyê bal dikişînin ser xemsariya sazî û dezgehên dewletê ku tevdîr negirtine. Welatî dibêjin, “Soylû û Tayyîp tên ir lê belê lêpirsîn li holê tune ye” û bertekên xwe tînin ziman.    Hemû berpirs û erdkdar û rayedarên îktidarê bi parastina leşker û polîsan tên navçeyê û her yek li gorî xwe şîroveyekê dike.    Şofêrê taksiyê ku me dibir gundê dê sê karker lê bihatana veşartin, ji me re qala xemsariya li kana madenê kir û destnîşan kir ku ew jî di sala 2017’an de ji karkeriya li kana madenê teqewît bûye û dibêje xemsariyek mezin heye. Şofêrê taksiye dibêje ya herî girîg ew bû ku tevdîr bihatana girtin.    ZAROKÊN WAN BÛNE QURBANIYÊN BÊTEVDÎRIYÊ    Me xwe gihand gundê Ahatlar ku 3 karkerên ji biçûtiyê ve hevalên hev in û bi hev re ketine kar lê hatin veşartin. Li gund her kes xemgînî ye û rondik ji çavên malbatên wan tên xwarê. Qêrîna xemgîn a malbatên karkeran ji gund olan dide. Malbat dibêjin, “zarokên me bûn qurbanên bêtevdîriyê. Karkeran ji me re gotibûn ku gaz heye, wê me derxin destûrê û kanê kontrol bikin. Lê ewladên me nehatin parastin û ji kîsî me çûn.”    ÊŞ NE XEMA WAN E, KULA WAN REFA PÊŞ E    Ji bo cenazeyên karkerên bi navê Şaban Yildirim, Mehmet Bulut û Okan Akgul ên ji zarokatiyê ve hevalên hev in merasîm li gund hat lidarxistin. Ji zarokan bigire heta kal û pîran her kes tev li merasîma cenaze bûn. Wezîrên ku tu tevdîra kana madenê negirtin jî bi wesayîtên xwe fermî bi parêzvaniya polîsan tev li merasîmê bûn. Welatiyên ku li ser gopalan bi zorê hewl dan tev li merasîmê bibin, lê yên ku ji karesatê re dibêjin, “qedera wan wisa bû” bi wesayîtên xwe taybet tên di refa pêş a merasîmê de cih digirin.    CENAZE LI BENDA SOYLÛ HAT SEKINANDIN    Gorên van sê karkeran demek dirêj li benda Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû hat sekinandin.    SÊ DAYIKÊN DIL BI ÊŞ LI KÊLEKA HEV IN    Sê dayikên dil biêş li kêleka hev sekinîne. Ji hev re dibin alîkar û hev aş dikin. Çavên bi rondik in xatir ji zarokên xwe dixwazin.    Em bi dayika Mehmet Bulut, Nebîne Bulut re axivîn û bi xemgînî wiha dibêje, “Me li vir hiştin û çûn. Em ê bêwan çi bikin. Xwedê êşê nede tu dayikê. Êşa me her sê dayikan pir mezin e. Ji xeynî vê tu êş tune ye.”    ‘XWEZÎ EM BIRÇÎ BIMANA’    Nebîne Bulut dide zanîn ku xwezî ew birçî bimana û neçûya kana madenê nexibitiya û wê niha li cem wê bûya.    Hevjîna Mehmet Bulut li ser gora hevjînê wiha dibêje, “we kuştin, her cihê we şewitî ye. Ji bo xwedê xweliyê bi ser de nekin.” Hevjîna Mehmet Bulut ji rayedaran re dibêje, “li hesabê vê yekê biprisin.”    JÊ RE DIBÊJIN KURÊ WÊ NEMIRIYE    Dayika Okan Akgul, Remziye Akgul jî diyar kir ku ew biaxivin wê çi bibe, ew nizanin wê çi bêjin. Akgul dibêje jê re gotine ku kurê wê sax e û paşê hîn bûye ku kurê wê jî jiyana xwe ji dest dane û ewilî wê xapandin e. Akgul anî ziman ku piştî zarokên wan bûn qurban xemsarî hebe wê çi bibe nebe wê çi bibe.    XEMSARIYÊ ZAROKÊN WAN KUŞT    Diya Şaban Yildirim, Gulcan Yildirim jî zarokên wan di encama xemsariya îktidarê e jiyana xwe ji dest dane.  Hevjîna Şaban Yildirim, bi cêwiyan 5 meh in ducanî ye. Hêsir wek peşkên baranê ji çavên wê dibarin û wêneyê hevjînê xwe kêliyek jî ji destê xwe danayne xwarê.    DI LÊPIRSÎNÊ DE TU PÊŞKETINEK TUNE YE    Tevî ewqas êş, feryad, zêmar li gund tev li hev dibin jî lê belê hê jî di lêpirsînê de kesek jî ji wezîfeyê neahtiye dûrkirin û binçavkirinek nîne.    MA / Bêrîvan Altan