Polîsan careke din belavkirina Rojnameya Xwebûnê asteng kirin 2022-10-17 12:52:11   AMED - Polîsan careke din bêyî ku biryareke hiqûqî hebe, li Otogara Amadê nehiştin ku Rojnameya Xwebûnê ji bajarên din re were şandin. Hat zanîn ku polîsan gef li fîrmayê xwarin ku rojnameyê bi xwe re nebin.    Astengkirinên li pêşiya belavkirina Rojnameya Xwebûnê berdewam in. Rojnameya Xwebûnê ku hefteyê carekê tê çapkirin, ev demeke bûye hedefa polîsan û polîs bêyî ku biryareke dozgeriyê hebe, bi awayekî keyfî asteng dikin. Hat zanîn ku di 15’ê cotmehê de belavkar ji bo hejmara 148’emîn a rojnameyê bişînin Stenbolê, diçin otogarê û rojnameyê radestî fîrmayê dikin. Lê piştre polîs bi awayekî derqanûnî diçin cem fîrmaya ku rojnameyê dibe Stenbolê û gefan lê dixwin ku rojnameyê bi xwe re nebin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 17 û 18’ê îlonê de jî polîsan bêyî ku biryareke dozgeriyê hebe, hejmara 144’emîn a rojnameyê li otogarê desteser kiribûn û destûr nedabûn ku rojname ji bo Mêrsînê were şandin.