Bîlançoya 6 mehan: 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn 2022-10-17 10:42:59   NAVENDA NÛÇEYAN – Di bîlançoya 6 mehan a êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê hat ragihandin û hat destnîşankirin ku 2 hezar û 346 leşker û cerdevan hatin kuştin, 10 helîkopter hatin xistin û 2 hezar û 476 caran jî çekên kîmyewî hatine bikaranîn.    Bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên ji 17’ê Nîsanê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê hatibûn destpêkirin, hate eşkerekirin. Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) di bîlançoya HPG’ê ya 6 mehan de hat diyarkirin ku 17 jê payebilind 2 hezar û 346 leşker û cerdevan hatin kuştin, 10 helîkopter hatin xistin û gelek çek hatine desteserkirin. Li aliyê din 310 leşker û cerdevan jî birîndar bûne.    2 HEZAR Û 476 ÊRIŞÊN KÎMYEWÎ   Bîlançoya di navbera 14’ê nîsanê û 14’ê cotmehê de hat eşkerekirin ku têkildarî êrişên ji hewayê hatine kirin jî hin dane hatin parvekirin. Hat gotin ku herêm bi balefirên şer 3 hezar 491 caran, bi helîkopteran 4 hezar 197 caran hatiye bombebarankirin. Li gel van daneyan hat gotin ku li herêmê di nava 6 mehên dawî de 2 hezar û 476 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine bikaranîn.    Di bîlançoyê de hat diyarkirin ku 153 endamên HPG û YJA-Starê jî jiyana xwe ji dest dane.