Parêzer Enmek: Têkoşîna malbata Şenyaşar kir ku îdianame bê amadekirin 2022-10-17 09:00:44   RIHA - Parêzer Hidayet Enmek anî ziman ku 4 sal û 4 meh şûnde îdianameya der barê dosyaya "Nexweşxaneyê" ya ku 2 endamên malbata Şenyaşar lê hatin qetilkirin de hatiye amadekirin, di encama têkoşîna malbatê de ye û got divê Îbrahim Halîl Yildiz ê AKP'yî wekî bersûc cih bigire.    Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ê ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê çûbû dikana malbata Şenyaşar û parêzvan û xizmên wî êrişî malbata Şenyaşar kirin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ya ku birîndar rakirinê jî dewam kir. Hacî Esvet Şenyaşar û lawên xwe Adil û Celal Şenyaşar li ber çavê Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin.   Lêpirsîna derbarê bûyerê de du dosyayên cuda wekî "dikanê " û "nexweşxaneyê" hatin veqetandin. Di doza ku derbarê dosyaya dikanê de hat vekirin de 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Fadil Şenyaşar û 18 sal cezayê girtîgehê li birayê parlamenterê AKP'ê Yildiz, Enver Yildiz hat birîn. Di dosyaya "nexweşxane" ya ku ku qetlîam lê pêk hat de 4 sal û 4 meh şûnve lêpirsîn hat temamkirin û derbarê qetlîamê de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de ji bo 14 kesên ku di nav wan de birayê parlamenterê AKP’yî Yildiz, Celal Yildiz jî heye, ji ber qetilkirina Hecî Esvet Şenyaşar û kurê wî Adil Şenyaşar 2 cezayê heta hetayê û ji ber hewldana kuştina Ferît û Mehmet Şenyaşar jî heta 336 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Di îdianameyê de ji bo 5 kesên ku bi îdiaya qeydên kameraya nexweşxaneyê dizîne heta 125 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.    Di îdianameyê de der barê Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de ku di îfadeyên xwe de diyar kiribûn ku di dema komkujiyê de li nexweşxaneyê ye, tu sûc nehatiye arastekirin. Nayê zanîn ku îfadeyên Yildiz di çarçoveya lêpirsînê de hatiye girtin an nehatiye girtin û derbarê wî de fezleke hatiye amadekirin an na.    Ji parêzerên malbata Şenyaşar Hîdayet Enmek îdianameya ji ajansa me re nirxand.    PARÊZER ÎDIANAMEYÊ JI AA’YÊ HÎN BÛN    Enmek bi bîr xist ku biryara veşartîbûnê ya derbarê dosyeya nexweşxaneyê de ev 4 sal û 4 meh in tê parastin û diyar kir ku îtîrazên parêzerên malbatê hatine redkirin. Enmek diyar kir ku wan li dijî parastina biryara nepenîtiyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane û got: "Nepenîtiya dosyayê beriya biryara derbarê serlêdana ku me ji bo binpêkirina mafê darizandina adîl li Dadgeha Destûra Bingehîn kiribû, hat rakirin. Lê belê em ji Ajansa Anadolûyê (AA) hîn bûn ku dosye hatiye vekirin û îdianame hat amadekirin. Hîn ji me re îdianame nehatiye ragihandin. Em geşedanan ji çapemeniyê dişopînin. Binpêkirina mafê darizandina adîl hê jî didome. Qedexeya li ser dosyeya ji ber negihîştina me hê jî didome. Mexdûrên dosyeyê û me parêzerên wan heta îro nekarîn tu belge û agahiyê bi dest bixin.”   DER BARÊ YILDIZ Ê AKP’YÎ DE TU TIŞTEK NEHAT KIRIN    Enmek da zanîn k udi îdianameyê de derbarê Îbrahim Halîl Yildiz ê AKP’yî yê ku aktorê sereke yê bûyerê bû de tu belgeyek agahiyê nîne û got: “Parlamenterê AKP’ê Yildiz di îdianameyê de wekî bersûc nehat dîtin. Di destpêka bûyerê de Yildiz li cihê kar û piştre jî li nexweşxaneyê bû. Di îdianameyê de îfadeyên hin bersûc û şahidan hene ku di dema bûyeran de parlamenterê AKP'ê Yildiz amade bûye. Divê di vê dosyayê de Yildiz wek bersûc bihata dîtin. Şêwirmendê Yildiz, Mustafa Amaç di îfadeya xwe ya wek gumanbar de diyar kir ku ji destpêkê heta dawiya bûyerê bi hev re bûne. Dozger bi îdiaya ‘kuştina bi qestî’ 2 cezayê muebedê ji bo şêwirmendê Yildiz xwest, lê belê derbarê parêzer de tu tedbîr nehatine girtin. Yildiz ji ber wekîltiyê parêzbendiya wî heye. Em nizanin di nava 4 salên navberê de ji bo rê li ber darizandina wî veke, raporek hatiye amadekirin yan na. Em ê di rojên pêş de bersiva vê yekê bibînin. Heke tu gav nehate avêtin, em ê hewl bidin ku bi israr ji salonên dadgehê çalakiyan bikin."   DÎMEN HATINE DIZÎN    Enmek destnîşan kir ku di îdianameyê de agahiyên ku serverên qeyda kamerayê di pêvajoyeke ku bi saetan agahiyên teknîkî hewce dike li nexweşxaneyeke dewletê ya ku bi sedan polîs lê amade bûn, hatine dizîn û wiha got: "Em hîn bû ku cîhazên qeydkirina kamerayê bi hatine dizîn. Di dema binçavkirinên di nîsana 2022'yan de ji gumanbaran re hat şandin. Di îdianameyê de jî agahiya ku hatiye dizîn heye. Lê belê rakirina serverên kamerayê pêvajoyek e ku demjimêran digire û zanîna teknîkî hewce dike. Ez bawer nakim ku bersûc xwediyê wê zanîna teknîkî ne. Eşkere ye ku di vî warî de piştgirî girtine.”    ‘LÊPIRSÎNEK JI RASTIYÊ DÛR E’    Enmek anî ziman ku agahî û belgeyên di îdianameyê de agahî û belgeyên ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hatine berhevkirin û wiha got: “Di ser komkujiyê re 4 sal û 4 meh derbas bûn. Ji xeynî agahî û belgeyên ku wê demê hatine bidestxistin, tenê îfadeyên ku ji bersûcan di 23’ê nîsana û 17’ê gulana 2022’yan de hatine girtin hene. Ji bilî vê tu belge tune ye. Me nikaribû tu wateya dirêjkirina vê lêkolînê bikira. Ew lêpirsînek bi kêfî dirêj bû. Lêpirsînek objektîf hat kirin. Lêpirsîna ku 4 sal û 4 meh in nehat kirin, di sala 2022’yan de dest bi lêkolînê kiribû. Di dosyeya ku hemû raya giştî eleqedar dike de, tu delîlên şênber û cidî di dosyayê de cih negirtine. Lêpirsîna nepenî ya dirêj a dosyeyek ku diviyabû di demek pir kin de bihata temamkirin nîşan dide ku darizandinek adil û bi bandor nehatiye kirin. Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê dayika Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ve li ber Edliyeya Rihayê hat girtin, piştî 4 sal û 4 mehan di veguherandina dosyeyê de kedek mezin bû. Dayik û Ferît tevî astengiyan jî dev ji têkoşîna xwe bernedan û dengê xwe bi raya giştî re ragihandin. Dozger neçar mina ku li hemberî vê têkoşînê îdianameyê amade bikin.”   TÊKOŞÎNA EDALETÊ DIDOME    Enmek destnîşan kir ku Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û 2 zarokên xwe di komkujiyê de winda kir û Ferît Şenyaşar ê ku di êrişa li ber nexweşxaneyê de birîndar xelas bûbû di roja 588'emîn de berdewam dike û wiha got: “Dema ku malbatê di 9’ê Adara 2021’an de dest bi Nobeda Edaletê kir, du daxwazan ragihandin. Malbat dixwaze lawê wan Fadil Şenyaşar bê berdan û biryara veşarî ya li ser dosyeya nexweşxaneyê bê berdan. Lê mixabin hê jî Fadil Şenyaşar girtî ye. Malbatê gelek caran diyar kir ku heta Fadil Şenyaşar neyê berdan ew ê Nobeda Edaletê bi dawî neke. Malbat di têkoşîna edaletê de bi biryar e. Girîngî bi hestiyariya raya giştî heye û her kes piştevaniya malbatê bike.”    MA / Emrûllah Acar