Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Reştê 6 girtî hatin qetilkirin 2022-10-16 22:09:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê da zanîn ku îro li bajarê Reşt (Lakan) ê di girtîgeheke navendî de di nava hêzên dewletê û girtiyan de şer derketiye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.   Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, bi daxuyaniyekê bal kişand ser bûyera duh bi şev li girtîgeha Evîn a li Tehranê û diyar kir ku Wezareta Dadê ya Îranê eşkere kiriye ku di wê bûyerê de 4 girtiyan jiyana xwe ji dest dane, 61 girtî birîndar bûne, 10 birîndar rakirine nexweşxaneyê û rewşa çar ji wan giran e.   Di daxuyaniya rêxistinê de hat gotin ku rejima Îranê rastiya bûyerê û encama wê bi raya giştî re parve nake. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ji bo rastiya bûyerê were zanîn dixwaze ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de lêpirsîn û lêkolîn li ser bûyerê bên kirin.   Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê eşkere kir ku îro (16’ê Cotmehê) gengeşî di navbera girtiyan û hêzên dewletê yên girtîgeha navendî ya bajarê Reşt (Lakan) de derketiye. Li gor agahiyên nehatine piştraskirin, 6 girtiyan jiyana xwe ji dest dane, têkildarê bûyerê û nasnameyên kesên mirine de tu agahiyek bi destên rêxistinê neketiye.