Li 5 bajarên bakurê Kurdistanê serokên nû yên baroyan hatin bijartin 2022-10-16 21:46:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Serokên baroyên Êlih, Colemêrg, Agirî, Sêrt û Dîlokê yên nû hatin bijartin.    Baroya Êlihê Kongreya Asayî ya 17'emîn li avahiya xwe li dar xist. Serokê heyî yê baroyê Erkan Şenses û parêzer Ferhat Ozdemîr ketin pêşbaziyê. Şenses carek din di hilbijartinê de bi ser ket û cara serdema duyemîn bû serokê nû yê baroyê.    Baroya Colemêrgê jî Kongreya xwe ya Asayî ya 10'emîn li dar xist. Serokê heyî yê baroyê Ergun Canan carek din bi ser ket û bû serokê nû yê baroyê.   Baroya Agiriyê jî Kongreya xwe ya Asayî ya 23'yemîn li dar xist û Serdar Gunakin bi ser ket û bû serokê baroyê.    Li Sêrtê jî baroyê Kongreya xwe ya Asayî ya 12'emîn li dar xist û parêzer Muhammed Alptekîn bi ser ket.    Baroya Dîlokê jî Kongreya xwe ya Asayî ya 46'emîn li avahiya xwe li dar xist. Serokê baroyê yê heyî Îskender cara sêyemîn bi ser ket û bû serokê nû yê baroyê.