Uçar û Akin weke Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk hatin hilbijartin 2022-10-16 17:05:31 ENQERE - Di encama kongreya Partiya Çepa Kesk de Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin weke Hevberdevkên Partiya Çepa Kesk hatin hilbijartin.        Partiya Çep a Kesk, 2’yemîn Kongreya Awarte bi dirûşma “Em li vir in, dê bi hev re bi ser kevin”  li 2’yemîn Kongreya Awarte li dar xist. Di kongreya ku axaftinên nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl didome de hevberdevkên partiyê hatin hilbijartin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di kongreyê de anî ziman ku tifaqa gelên Tirkiye û Kurdistanê ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, hêviyê dide û got; “Hêvî, ya me ye.” Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr jî destnîşan kir ku kongre, nîşaneya mezinbûna Partiya Çepa Kesk e û got ku bi vê yekê re HDK jî bihêztir dibe.     Kongre bi xwendina rapora xebatan û maliyeyê dom kir û piştre jî encamname hat xwendin.    Encamname, bi sernavê “Em li vir in, dê bi hev re bi ser kevin” hat weşandin. Di encamnameyê de berxwedana jin û gelên Îranê ya li dijî rejîmê hat silavkirin û banga Peymana Stenbolê hat kirin. Piştî encamnameyê jî hilbijartin hat kirin û Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin weke Hevberdevkên Partiya Çepa Kesk hatin hilbijartin. Hevberdevkên nû piştî hilbijartinê axivîn û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar.    Kongre bi çepikan bi dawî bû.