Li Semsûrê loqmeya aşûreyê hat belavkirin 2022-10-16 16:46:18 SEMSÛR – Bi pêşengtiya PSKAD’ê li Semsûrê loqmeya aşûreyê hat belavkirin.    Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSKAD) li Tirbeya Demîrdede loqmeya aşûreyê belav kir. Wêneyên Seyît Riza û 35 welatiyên di Hotêla Madimakê de hatin qetilkirin li dîwarên tirbeyê hatin daliqandin. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) û gelek şêniyên gundên derdorê tev li çalakiyê bûn.    Di çalakiyê de Hevserokê Şaxa PSAKD’a Semsûrê Zulfîkar Yilmaz axivî û da zanîn ku ev bi hezaran sala ye li ser heman xakê têkoşîna jiyanê didin û ev tişt anî ziman: “Her ku em vê jiyanê diparêzin, hinek kesan êrişî me kir. Ji bo ku elewiyan bikişînin cem xwe, îro jî qala hinek sererastkirinan dikin.”    Çalakî bi lawje û cemê dom kir. Di dawiya çalakiyê de loqmeya aşûreyê hat belavkirin.