‘Berpirsê faciaya kana madenê desthilat e’ 2022-10-16 16:40:05   EDENE - Rêxistinên Ked û Demokrasiyê yên Edenê destnîşan kirin ku berpirsê faciaya kana madenê desthilat e.    Rêxistinên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê têkildarî facîaya navçeya Amasra ya Bartinê daxuyanî dan û diyar kirin ku berpirsê 41 karkerên jiyana xwe ji dest daye desthilat e. Endama Platformê Sevîl Araci Bek diyar kir ku her sal derdora 2 hezar karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin û wiha domand: "Li gelek kanan de tevdîrên ku jiyana karkeran xelas bikin nayên girtin. Berpirsê vê yekê şîrketên kanan û desthilata AKP’ê ya ku van kesan diparêze ye. Em bang li hemû karkeran dikin ku bi rêya rêxistinbûnê em hesabê ji desthilatê bipirsin."