Di wesayîta parastvanên serokê AKP'ê yê Elkê de tiryak hat girtin 2022-10-16 16:17:01 ŞIRNEX - Parastvanên Serokê AKP’ê yê Elkê cerdevan Nasrî Aldemîr û polîsê ku navê wî nehat zanîn ji ber qaçaxçîtiya tiryakê hatin binçavkirin.   Di wesayîta parastvanê Serokê AKP’ê yê Elkê Hulusî Adiyaman, cerdevan Nasrî Aldemîr û polîsê ku navê wî nehat zanîn de tiryak hat girtin. Hat zanîn ku di lêgerîna wesayîtê ya li noqteya kontrolê ya polîsan a di ketina Elkê de 3 kîloyên tiryakê hatine desteserkirin.    Her du kes hatin binçavkirin û niha li Midûriyeta Emniyetê ya Elkê tên ragirtin.