Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket 2022-10-16 13:30:45 BARTIN - Di karesata li Amasrayê de yek ji welatiyên jiyana xwe ji dest dayî jî Oner Yildiz bû. Dayika Yildiz ku hêsirên çavan dibarandin, êşa xwe bi vê gotinê tîne ziman: “Agir bi mala min ket.”  Li navçeya Amasra ya Bartinê li Midûriyeta Mueseseya Amasrayê ya Saziya Komirê ya Tirkiyeyê, ji ber teqîna grîzûyê 41 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Dayik bê zarok, jin bê hevjîn, zarok bê bav man. Ji bo ku nûçeya vê bûyera biêş çêbikin, ez û hevalê xwe yê rojnameger bi hev re çûn Bartinê û pişt re me berê xwe da Amasrayê. Li her deverên rêyê polîs û leşker hebûn. Gelo heke evqas tevdîr ji bo pêşîlêgirtina teqînê bihatina kirin dê dîsa jî ev teqîn pêk bihata?    GEL XEMGÎN Û BIHÊRS E   Me dît ku dûya bi jehr a ku li asîman bilind bûye, li ser tevahiya navçeyê berbelav bûye. Polîsan her deverek girtibûn û nedihiştin kesek nêzî cihê teqînê bibe. Welatiyekê ku me pê re hinek sihbet kir jî anî ziman ku ew jî serê sibehê ve hewl dide biçe cihê bûyerê lê ji ber ku trafîk xitimî ye neçar maye ku vegere. Bi domdarî wiha dibêje: “Êşa me mezin e, em ji siyasetmedaran aciz in.” Me bi gelek rojnamegerên ku hatine qadê re hevdîtin kir û gotin ku malbatên li vir ji ber bûyerê gelek bihêrs in û naxwazin bi rojnamegeran re biaxivin.   Li qada kanê, ji wesayîtên ku ketine nav heriya toza komirê rayedarên bi cil û bergên paqij li xwe kirin paya dibin û ji bo karkerên jiyana xwe ji dest dane dibêjin ev yek “çarenûs e.” Lêbelê yek rayedar derheqê berpirsytiya faciayê de tiştekî nabêje ku 41 karkeran jiyana xwe ji destdan. Daxuyaniya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku digot; “Baweriya me bi plana qederê tê” ji aliyê malbatên karkeran, rojnameger û endamên sendîkayan ve wiha tê bersivandin: “Çima ji me re çarenûs e lê ji we re çarenûs nîne.”   DAYIKA KURÊ XWE WINDA KIRIYE: AGIR BI MALA MIN KET    Piştî çavdêrî û agahiyên me ji qadê komkirin, em ber bi malbatan ve ketin rê. Dayika Oner Yildiz ku li pey xwe zarokekî 13 û yek jî yê 6 salî hişt, piştî definkirina kurê xwe şîna xwe danîbû û serdan qebûl dikir. Dayika ku hêsir ji çavên wê dibariyan, êşa dilê xwe wiha vegot: “Agir bi mala min ket. 24’ê cotmeh, rojbûna kurê min bû.”     Me ji malbata Oner ku heya serê sibehê li benda agahiyekê mabû pirsa destpêkirina kar a Oner kir. Malbatê da zanîn ku Oner di sala 2019’an de dest bi kar kiriye. Em ji axaftinê hîn bûn ku bavê Oner jî demeke dirêj di kanê de xebitiye. Dema me ji malbatê pirsa rapora Dadgeha Çavdêriya Darayî kir û birayê Oner mat bû. Birayê Oner, anî ziman ku tu agahiya wan ji raporan tune ye. Li ser vê yekê bavê Oner kete navbera axaftinê û wiha got: “Kes nikare karsazan sûcdar bike. Beriya niha jî ji mirina karkeran, karker bixwe hatibûn sûcdarkirin.”     ‘JI BO DAYIKÊ DIVÊ XWE LI SER PÊYAN BIGIRIM’    Piştre me berê xwe da mala Ridvan Acet ê 42 salî ku di faciayê de jiyana xwe ji dest dabû. Di paceyê de kesên ji bo sersaxiyê hatibûn xuya dikirin. Lawê Acet ê li ber derî ji ewil em pêşwazî kirin û wiha got: “41 kes, tê wateya 41 malbatan. Gelek zarok niha êtîm û sêwî man. Dayik û birayê min hene. Ji bo wan divê ez xwe li ser pêyan bigirim. Ez di nav hest û ramanên pir cuda de me.” Acet têkildarî pirsa rapora Dadgeha Çavdêriya Darayî jî ev bersiv da: “Ger ku pirsgirêkeke wiha hebe û ev 4-5 sal e nehatibe çareserkirin, wê demê îhmal heye. Piştî şehîdbûna ewqas mirovan, ma tu vê îhmalê çareser bikî çi ye çareser nekî çi ye. Xweziya ev teqîn pêk nehata.”    GUMANA ‘NECEZAKIRINÊ’   Siyasetmedar û hiqûqnas jî tên qadê û piştî her karesatên wiha dibêjin; “Dê hesaba wê were pirsîn û bêceza nemîne.” Lê demên piştre ne têkildarî mijarê daxuyaniyekê didin û ne jî kesek tê binçavkirin. Rayedarên ku bi cil û bergên paqij û utîkirî di daxuyaniyên xwe de van karesatan weke “qeder” pênase dikin, nîşan didin ku dê polîtîkaya bêcezahiştinê bidome. Derdorên muxalîf û hiqûqnas dibêjin ku dê nehêlin îhmala heyî bê veşartin û delîl bên tunekirin. Lê li hêla din ji daxuyaniyên rayedardan xuya dibe ku berpirsyarên vê karesatê jî dê mîna yên din bi “necezakirinê” bên xelatkirin.    MA / Yusra Batihan