Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye! 2022-10-16 11:55:26 RIHA - Îdianameya derheqê qetilkirina 3 endamên Malbata Şenyaşar 4 sal û 4 meh piştre hat amadekirin. Di îdianameyê de tu sûcdariyek li parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz nehat kirin ku di dema komkujiyê de li nexweşxaneyê bû û hat îdiakirin ku qeydên kamerayan hatine dizîn.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê çûn serdana kargeha Malbata Şenyaşar û li ser çendek rexneyan jî êrişî endamên malbatê kirin. Di êrişê de Yildiz û xizmên xwe bi çekan êrişî endamên malbatê kir û birîndar kirin. Endamên malbatê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û li wir jî rastî êrişa Yildiz, xizm û parastvanên wî hatin. Êriş, li ber çavên burokrat û rayedarên saziyên fermî yên wê demê hat kirin û di êrişê de Celal û Adil Şenyaşar û bavê wan Haci Esvet Şenyaşar ku bo zarokên xwe hatibû nexweşxaneyê hatin qetilkirin.    Dosyayên ji bo lêkolînkirina êrişên behsa xeberê hatibûn vekirin, weke dosyayên “kargeh” û “nexweşxaneyê” ji hev hatibûn cudakirin. Di darizandina derheqê êrişa li dijî kargehê de ji bo Fadil Şenyaşar ku hewl da birayên xwe biparêze, 37 sal û 9 meh cezayê hevsê hat birîn. Her wiha li pismamê Yildiz ê AKP’î Enver Yildiz jî 18 sal cezayê hefsê hat birîn. Îdianameya dosyaya “nexweşxaneyê” ku di êrişê de 3 endamên Malbata Şenyaşar hatibûn qetilkirin û biryara “nepeniyê” li ser bû, piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin.    Çendek hûrgiliyên di îdianameya de ku ji 92 rûpelan pêk tê û ji hêla 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê ve hatiye qebûlkirin, bêyî ku ji parêzerên Malbata Şenyaşar re bên parvekirin, ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) ve hatin weşandin. Ajansa Mezopotamyayê (MA) xwe gihand hûrgiliyên îdianameyê ku hêjta ji parêzer û malbatê re nehatine şandin.   JI BO 14 BERSÛCAN 2 CARAN CEZAYÊ MUEBBETÊ HAT XWESTIN    Di îdianameyê de 19 bersûc bi sûcên “kuştina bi zanebûn”, “Ji bo kuştina bi zanebûn bûne alîkar”, “Hewldana ji bo kuştina bi zanebûn”, “Ziyan gihandin malê cemaweriyê”, “Binpêkirina parêzbendiya kargehê”, “Tunekirin, veşartin û guherandina delîlên sûc” û “dizîna alavên di avahî de hatine parastin” hatin tawanbarkirin. Ji bo kekê Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ê bi navê Celal Yildiz ku ji 23’yê nîsanê ve girtî ye, Mekaîl Şîmşek ku di heman dîrokê de hate girtin, şêwirmendê Yildiz ê bi navê Mûstafa Amaç, bavê Yildiz ê bi navê Osman Yildiz, mamê Yildiz ê bi navê Celal Yildiz, xwarziyê Yildiz ê firarî yê bi navê Îbrahîm Yildiz û Huseyîn Yildiz, Mehmet Yildiz, Omer Yildiz, Cemal Yildiz, Fethî Yildiz, Emîne Yildiz û Mûstafa Durmaz jî bi sedema “kuştina bi zanebûn”, “hewldana ji bo kuştina bi zanebûn” û “ji bo kuştina bi zanebûn bûne alîkar”, du caran cezayê muebbetê hat xwestin. Di îdianameyê de ji bo her 14 bersûcan de bi sedema ku li dijî Ferît û Mehmet Şenyaşar de sûcê “hewldana kuştinê” kirine, bi giştî 336 sal cezayê hefsê hat xwestin.    JI BO KESÊN DELÎL TUNEKIRIN 125 SAL CEZAYÊ HEFSÊ HAT XWESTIN    Di çarçoveya lêpirsînê de; bi sedema ku kamera û qeydên kamerayan ên Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dizîne,  Îbrahîm Halîl Şîmşek ku di 23’yê nîsanê de hatibû girtin û piştre hatibû berdan, Muslum Yildiz, Mahmût Yildiz, Saîm Yildiz û Şerîf Durmaz bi sûcên “ziyan daye malê cemaweriyê”, “binpêkirina parêzbendiya kargehê”, “tunekirina delîlên sûc” û “dizîna alavên di avahiya cemaweriyê de hatine parastin” hatin tawanbarkirin. Ji bo her 5 kesan bi giştî 125 sal cezayê hefsê hat xwestin.    JI BO 19 KESAN BIRYARA NEŞOPANDINÊ   Atîlla Arca, Mahmût Yildiz, Fethî Şîmşek, Alî Yildiz, Osman Şîmşek, Îbrahîm Halîl Şîmşek, Çetîn Yildiz, Mehmet Yildiz, Hîkmet Yildiz, Bulent Yildiz, Firat Yildiz, Celal Yildiz, Osman Şah Yildiz, Mûstafa Yildiz, Cema Yildiz, Faîk Yildiz, Dogan Yildiz, Îbrahîm Halîl Yildiz (bi wekîlê AKP’î re navê wî heman e) û Erdal Yildiz jî bi sûcên “Kuştina bi zanebûn” û “birîndarkirina bi zanebûn” dihatin tawanbarkirin.  Lê biryara neşopandinê hat dayîn. “Nebûna delîlan” weke hinceta vê biryarê hat nîşandan.    MIDÛRIYETA TENDURISTIYÊ GILÎKER E   Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di êrişê de hatibûn qetilkirin, Mehmet û Ferît Şenyaşar ku di êrişê de bi giranî birîndar bûbûn û Midûriyeta Tenduristiyê ya Rihayê jî di îdianameyê de weke gilîker cih girtin.    MAM YILDIZ: BILA KESEK SAX NEMÎNE   Di îdianameyê de rapora otopsiyê, miayeneya edlî, rapora pisporiya krîmînal, girtekên lêkolîna cihê bûyerê û îfadeyên şahid û gilîkeran cih girt. Dayika Emîne Şenyaşar di îfadeya xwe de got ku mamê Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î yê bi navê Celal Yildiz di dema êrişê de wiha bang li girseya êrişkar kiriye: “Min Celal Şenyaşar kuşt, hûn jî li vir kesekî sax nehêlin.”     BERSÛCAN: NAYÊ BÎRA ME!   Di îdianameyê de di çarçoveya du lêpirsînên cuda de îfadeyên zêdetirî 180 şahidan hatiye dayîn. Di îdianameyê de hat gotin ku 18 bersûcan 4 sal piştre di 23’yê nîsan û di 17’ê gulana 2022’yan de îfade dane emniyetê. Her wiha hat destnîşankirin ku derheqê biraziyê Yildiz ê AKP’î yê bi navê Îbrahîm Yildiz de li gel ku biryara binçavkirinê hebû jî, heta roja amadekirina îdianameyê jî nehatiye girtin. Her 18 bersûcan jî îdia kirin ku bi ser bûyerê re 4 sal derbasbûne lewma hûrgiliyên bûyerê nayên bîra wan û sûcdariyên tên kirin red kirin.    DÎMENÊN LI NEXWEŞXANEYÊ HATINE DIZÎN!    Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku 19 bersûc di êrişa li dijî Haci Esvet Şenyaşar, Adil Şenyaşar û gilîker Mehmet û Ferît Şenyaşar de berpisyar in. Her wiha hat diyarkirin ji bersûcan 14 jê ji destpêka bûyerê ve bi mebesta “kuştina bi zanebûn” tevgeriyane û Adil û Esvet Şenyaşar jî di encama êrişa li nexweşxaneyê de hatine kuştin.  Her wiha di îdianameyê de hat daxuyandin ku hard dîskên ku dîmenên kamerayên Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê tê de bûn û li odeya server a nexweşxaneyê dihatin parastin, hatine dizîn.    Balkêş e ku di îdianameyê de derheqê parlamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz de tu sûcdarî nehatine kirin. Navê Yildiz tenê di îfadeyên şahid û bersûcan de derbas bû. Yek ji şahidên bûyerê û xebatkarê nexweşxaneyê E.E. da zanîn ku dema ji bo birayê Yildiz, Mehmet Şah Yildiz tampon dikir, Yildiz jî li ser serê birîndaran bû.    ÎFADEYÊN HEVNEGIRTÎ   Şêwirmendê Yildiz ê AKP’î Mûstafa Amaç jî weke gumanbar îfade da û got ku dema bijîşkan destwerdan li Mehmet Şah Oruç dikir, Yildiz li odeyê bû û ev îdiaye kirin: “Qederê 20 deqeyan ji bo kekê wî masaja dil hat kirin. Piştî ku bijîşkan agahiya mirinê da, parlamenter têk çû. Piştî ku gelek kesan ev agahî bihîstî, min û polîsê parastvan Mûstafa biryar da ku wekîl ji deriyê piştê yê nexweşxaneyê derxînin. Piştre jî em û wekîl derbasî odeyeke li pişta nexweşxaneyê bûn û me li vir derî qifle kirin. Me li vir ji Qeymeqamê Pirsûsê û Şaxa Midûriyeta Parastinê wesayîta bizirx xwest. Demek piştre wesayît hat şandin. Ji ber ku xizmên wekîl ên birîndar sewqî Rihayê dihatin kirin, em jî ber bi Rihayê ve ketin rê.”    Biraziyê wekîlê AKP’î Huseyîn Yildiz jî weke gumanbar îfade da. Berevajî şêwirmend Amaç, Yildiz got ku ew û wekîl bi hev re derketine baxçeyê nexweşxaneyê û ev agahî dan: “Dema derketim derveyî nexweşxaneyê, min komeke ji cendirme û polîsna dît. Lê nizanim bê ka êriş çawa çêbûye û ji hêla kê ve hatiye kirin. Piştre jî nexweşên me bi ambulansan sewqî navenda Rihayê hatin kirin. Li ser vê yekê ez jî ji nexweşxaneyê derketim û çûm mala xwe.”    Biraziy ê Yildiz ê bi navê Mehmet Yildiz jî di îfadeya xwe de destnîşan kir ku piştî bûyerê wekîl Yildiz li baxçeyê nexweşxaneyê dîtiye.    Tevî ku şahid û bersûcan got; “Me Yildiz li baxçeyê nexweşxaneyê dît” jî, derheqê Yildiz de tu lêpirsîn nehatin jêpirsîn. Nayê zanîn bê ka di çarçoveya rapirsînê de îfadeyê Yildiz hatiye girtin û fezleke hatiye amadekirin an na.    MA / Emrûllah Acar