ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-16 09:00:07     * Rojnameger Berîtan Zagros diyar kir ku li herêmê hemû êrişên li hemberî pêşengên kurd di bin çavderiya PDK'ê de pêk tên û got: "MÎT bêyî erêkirina îstîxbarata herêma Kurdistanê ya bi pêşengiya PDK’ê nikare tu êrîşekê li dijî tu welatparêz, çalakvan an jî şoreşgerên kurd pêk bîne."    * Parêzer Yûsûf Çakas anî ziman ku ji binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê "lêgerîna tazî, lêgerîna li hundirê dev, avêtina ser qawîşan û sewqên bêyî girtiyan" binpêkirinên sereke ne û got ku desteyên îdare û çavdêriyê yên girtîgehan jî veguherîne Dadgehên Îstiqlalê.   * Di îdianameya dosyaya nexweşxaneyê ya Malbata Şenyaşar de ji ber qetilkirina bav Haci Esvet Şenyaşar û Adil Şenyaşar ji 14 kesan re du caran cezayê muebbetê û ji ber hewldana kuştina Ferît û Mehmet Şenyaşar jî bi giştî 336 sal cezayê hefsê hat xwestin. Di îdianameyê de her wiha ji bo 5 kesên qeydên kamerayên nexweşxaneyê dizin jî heta 125 salan cezayê hefsê hat xwestin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 587’an de berdewam dike.    * 2’yemîn Kongreya Mezin a Awarte ya Partiya Çep a Kesk dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li Eywana Odeya Endezyarên Înşaetê ya TMMOB’ê bê lidarxistin. (10.30    * Rêxistina HDP’a Denîzliyê dê kongreya xwe ya asayî li Eywana Civîn û Pêşangehan a Bereketlerê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li dar bixe. (11.00)    * Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dê kongreya xwe ya awarte li avahiya komeleyê li dar bixe. (11.00-14.00)   * Yekitiya Karker û Kedkaran dê li dijî derxistina ji kar, bêsîgortatî, heqdestê kêm û şert û mercên karê demdirêj, li Qada Kartalê bi dirûşma “Êdî bes e, Ji bo ked û mafên karkeran Mitîn  mitînga kedkaran” mitîngê li dar bixe. (14.00)