Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye 2022-10-15 22:41:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku agir bi Girtîgeha Evînê ya li Tehranê ketiye. Tê gotin ku girtiyên siyasî ji bo piştgiriya berxwedana li Rojhilatê û Îranê bikin agir bi girtîgehê xistine.   Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya piştî qetilkirîna Jîna Mahsa Amîniyê dest pê kiribû didome. Xwepêşandan û çalakiyên li Îranê dest pê kirine li gelek bajaran berbelav bûne.    Têkildarî vê hat diyarkirin ku agir bi Girtîgeha Evînê ya li Tehranê ketiye. Tê gotin ku girtiyên siyasî ji bo piştgiriya berxwedanê bikin agir bi girtîgehê xistine.   Hat diyarkirin ku li herêmê dengê çekan tê bihîstin.