Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin 2022-10-15 22:21:32   AMED - Hat ragihandin ku gelek wesayîtên zirxî yên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê yê Pasûrê ve çûne. Operasyona leşkerî ya li Çiyayê Lîsê yê di navbera gundên Çirik, Kurka, Textê û Birazeynayê yên Pasûrê de, 2 roj in dewam dike.    Duh danê sibehê li herêma Çiyayê Lîsê yê di navbera gundên Çirik, Kurka, Textê û  Birazeynayê yên navçeya Pasûrê ya Amedê de operasyoneke leşkerî dest pê kiribû. Operasyona hatiye destpêkirin ji duh ve didome. Li gorî çavkaniyên herêmî, duh bi çar helîkopterên Skorsky leşker li herêmê hatine danîn û bi wesayîtên zirxî jî ber bi herêmê ve leşker hatine şandin. Çavkaniyan da zanîn ku helîkopterên Kobra û heron li ser herêmê nizim difirin.    Hat ragihandin ku îşev jî gelek wesayîtên zirxî yên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê yê Pasûrê ve hatine sewqkirin.