Li Rihayê zarokek hat qetilkirin 2022-10-15 20:23:27   RIHA - Li Rihayê zaroka 17 salî R. A. hat qetilkirin.    Li Taxa Mûradiye ya navçeya Eyyûbiye ya Rihayê zaroka 17 salî ya bi navê R.A bi lêdanê hat qetilkirin. Tenduristkarên ku welatiyên derdorê gazî wan kirin hatin cihê bûyerê, R.A.'yê bi ambulansê rakirina Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Rihayê. Li vir dest bi dermankirina R.A.'yê hat kirin, lê R.A. jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê R.A.'yê ji bo otopsiyê rakirina morga Saziya Tiba Edlî.    Hat îdiakirin ku R.A. di şerekî di navbera malbatê de jiyana xwe ji dest daye, lê nehat hînbûn bê ka kî ew qetil kiriye.