Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan 2022-10-15 17:09:32 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê di hefteya 551’emîn de “Rûniştina F” li dar xist û banga berdana girtiyê nexweş ê şizofren Erdal Ozel kir.    Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê di hefteya 551’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin û bi pankartên hatin vekirin daxwaza tedawîkirina girtiyan hat kirin.    Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê şizofren Erdal Ozel. Endama Komîsyonê Hatîce Onaran daxuyanî xwend. Onaran destnîşan kir ku Erdal Ozel 17 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’yê tê di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Onaran anî ziman ku nexweşîna şîzofrenê li Ozel peyda bûye û li gorî xwişka wî agahî daye li gel krîza dil derbas kiriye jî tedawiya wî temam nebûye û birine girtîgehê. Onaran destnîşan kir ku her wiha li gel nexweşiya şîzofrenê nexweşiyên wek dil, tansiyonê zêde, diyabet û gurçikan jî pê re hene û heke sibêro Ozel di hefsê de bimire haya kesî jê çênabe. Onaran xwest ku Ozel bi awayek lezgîn bê berdan.    MALBATÊ GAZÎ KIR    Xwişka Ozel, Kumrî Akgul jî behsa nexweşiyên birayê xwe kir û ji hemû rayedaran xwest ku di serî de birayê wê û tevahiya girtiyên nexweş bidin berdan.