Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne 2022-10-15 17:05:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên şermezarkirinê yên piştî qetilkirina Jîna Emînî ya di 16’ê îlonê de ya li Îranê û vir ve berdewam dikin di roja 29’an de berdewam dikin.    Xwepêşandanên li Îranê piştî jina kurd Jîna Emînî li Tahranê ji aliyê “polîsên exlakê” ve di 16’ê îlonê de hate qetilkirin û vir ve berdewam dikin, kete roja 29’an. Li Sîne, Seqiz, Kirmanşan û gelek navêndin din çalakî bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî’ berdewam dikin. Piştî ku şermezarkirin belav bûn, rayedarên hikumeta Îranê li hemû bajaran înternet birî. Komeke ciwanên ku xwe weke ‘Ciwanên Kirmanşanê’ didin naskirin jî xwestin ku ciwan li Kirmanşanê çalakiyan pêk bînin û çalakiyên xwe bidomînin.    PARAZVANÊN MAFÊN MIROVAN BANG KIRIN   Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan di xwepêşandanên ji 16’ê îlonê û vir ve li Îranê û li Rojhilatê Kurdistanê pêk hatin de 23 jê zarok 201 kes hatin qetilkirin. Her wiha parazvanên mafên mirovan ên Îranî û Rojhilatî bi navê “Destpêka Dawiyê” danezanek belav kir û xwestin ji ciwanan heta pîran herkes derkeve kolanan û dirûşmeya “Bila dîktator bimire” berz bikin   9 KOLBER HATIN QETILKIRIN   Li aliyê din ji roja Jîna Emînî hatiye qetilkirin ve hêzên rejîma Îranê 9 kolber qetilkirin. Li gorî daneyên ku Kolbernewsê parve kirin; 4 kolber li Banê, 2 jê Pîranşarê, 2 jê Newsûdê û yek jî jê li sînorê Teteyê hatiye qetilkirin.