Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin 2022-10-15 16:21:49   STENBOL - Malbatên girtiyan ên li Qada Emînonuya Stenbolê Nobeda Edaletê girtin û polîsan 4 çalakgeran binçav kir. Parlamenter Zuleyha Gulum bertek nîşan da û got: “Em ê xwe bêdeng nekin.”    Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin, li Stenbolê Nobeda Edaletê berdewam kirin. Malbatan li Qada Emînonuyê ya Stenbolê çalakiya Nobeda Edaletê li dar xistin. Malbat û dayikên girtiyan tev li çalakiyê bûn û Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî destek da malbatan.    JI PIŞT VE KELEMÇEKIRIN    Polîsan çalakî dorpêç kir û destûr nedan ku nobed bê girtin. Polîsan êrişî malbatan kir û dayikên girtiyan Kumrî Akgul, Fincê Akman, Cemîle Çîftçî û Cemîle Karakaş ji pişt ve kelepçe kirin û kirin binçavan.    ‘NAXWAZIN DENGÊ ME DERKEVE’    Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum bertek nîşanî êrişa polîsan da û detnîşan kir ku îktidar û polîsên xwe bi van êrişan naxwazin ku dengê girtiyan û malbatên wan derkeve û dixwazin bêdeng bibin. Gulum anî ziman ku rayedar naxwazin qetlîamên li girtîgehan bên bihîstin û got: “Dixwazin me bêdeng bikin, lê em ê bêdeng nebin û em ê her daxwaza edaletê bikin. Wê sansûra we ya çapemeniyê jî nikaribe me bêdeng bike.”