Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan 2022-10-10 17:04:27   MÊRDÎN - Rojnamevan Abdulkadîr Tûray ê ji Girtîgeha Mêrdînê sewqî Girtîgeha Erzîncanê hate kirin, ragihand ku di wesayîta rîngê de li wan dane.    Rojnamevan Abdulkadîr Tûray ê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dihate ragirtin bi Hamdullah Oz û Yûsûf Erat re di 6’ê cotmehê de sewqî Girtîgeha Tîpa L a Erzîncanê hatine kirin. Rojnamevan Tûray ragihand ku ew û girtiyên pê re dema sewqkirinê de hatine derbkirin. Tûray ê bi telefonê bi malbata xwe re axivî, diyar kir ku di 6’ê cotmehê de hatine sewqkirin. Tûray, da zanîn ku dem abi wesayîta rîngê hatin sewqkirin bi germeke zêde re rûbirû man û ji ber xwestin cihê hewadarkirinê bê vekirin hatine derbkirin.    Tûray, diyar kir ku piştî tundiya li wan hate kirin, li girtîgeha ku birinê jî rastî mûameleya xerab hatin û bang li rayagiştî kir ku ji bo girtîgehan bi hestiyar bin.