Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin 2022-10-10 12:10:21   ENQERE - Reveberê Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê û bavê Korkmaz Tedîk, Erdogan Tetîk têkildarî destûr nedana bi hinceta “silûeta Garê asteng dike” a bîrdariya 10’ê Cotmehê got: “Soza me heye, teqez em ê bîrdariyekê li wir çêbikin.”   Li ser êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê ya li dijî mîtînga hêzên ked û demokrasiyê ku di 10’ê cotmeha 2015’an a li Qada Gara Enqereyê li dar xistibûn, 7 sal derbas bûn. Çekirina bîrdariya ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane bi burokrasiya dewletê tê astengkirin.   Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê (ABB) ji bo bîrdariyê  di 9’ê cotmehê de ji bo 103 daran li pêşiya Garê biçîne anî û Walîtiya Enqereyê bi hinceta “bêdestûr e” dar dan rakirin û dar xistibûn depoya şaredariyê. Bîrdariya dihat xwestin ku îsal ji nû ve li Garê bê bicihkirin ji aliyê Lijneya Parastina Hawîrdorê ya girêdayî Walîtiya Enqereyê bi hinceta “sîlueta Garê asteng dike” dîsa hat astengkirin.    Erdogan Tedîk ê kurê xwe wî Korkmaz Tedîk di qetlîamê de jiyana xwe ji dest daye, di Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê de bû rêveber. Tedîk têkildarî giringiya bîrdariyê ya ji bo malbatan û astengkirinan ji ajansa me re vegot.   ‘ŞAREDARÎ NAXWAZE ÇÊKE’   Tedîk bi bîr xist ku biryara çêkirina bîrdariyê di dema Melîh Gokçek de hat dayîn û got: “Jixwe biryar xapandin bû û ji dema Mansûr Yavaş re ma. Em wek komele çûn cem CHP’ê û HDP’ê. Me dosyayek amade kir û TMOOB'ê ji bo bîrdariyê pêşbirka projeyê da destpêkirin. 3 projeyan xelat stendin û ji bo çêkirina bîrdariyê û xebatên çandina 103 daran hin hewildan çêbûn. Şaredarî ji bo çandinê 103 dar anîn û ji bo 6’emîn salvegera qetlîamê bê temamkirin danî pêşiya Garê. Wê şevê Walîtî hemû dar kom kirin û birin. Lijneya Parastinê bi hinceta ‘sîlueta Garê xera dike’ destûr neda. Ev biryar kêrî karê şaredariyê jî hat. Hin hewldanên şaredariyê hebin jî ev ji bo xwe pak kirinê ne. Ew jî naxwazin çêbikin. Çêkirin ne gelek zehmet e.”   JI BO JI BÎR NEKIN Û NEDIN JIBÎRKIRIN   Tedîk, destnîşan kir ku bîrdariya ku dê bê çêkirin ne layîqî bîranîna 103 kesan e lê belê ji bo ji bîr nekin û nedin jibîrkirin girîng e û wiha berdewam kir: “Me soz da 103 mirovan ku em ê ala wan a ku ketiye erdê rakin, pankartên wan bilintirîn daliqînin.” Tedîk diyar kir ku teqandina bombeyan ji bo serkeftina hilbijartinê û çavtirsandinê bû û wiha pê de çû: “Zarokên me bi awayekî aşkerayî hatin qetilkirin. Em ê dest ji têkoşîna edaletê bernedin. Em ê wê eywanê tim tije bikin, bi çalakiyên mezintir ji bo bîrdariyê jî em ê bi rêxistinên ked û demokrasiyê re têkoşîna xwe bidomînin.”   PIŞBIRKA BÎRDARIYÊ   Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û 10 Ekîm-Der ser daxwaza malbatan ji bo li Qada Garê bê çêkirin pêşbirka projeya bîrdariyê dabû destpêkirin. Di encama pêşbirkê de biryar hatibû dayîn ku 103 dar li ber Gara Enqereyê bên çandin û bi mezinbûna daran bi peykerekî bronz bê dorpêçkirin.