Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket 2022-10-09 20:36:35   STENBOL - Yilmaz Atlig ê ku ji aliyê DGM’ê ve hatibû girtin û cezayê muebedê lê hatibû birîn piştî 30 salan hat girtin.    Yilmaz Atlig di sala 1992’yan de li Êlihê bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hatibû binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatibû girtin. Atlig ê cezayê muebedê lê hatibû birîn piştî 30 salan hat berdan. Atlig li girtîgehên bajarên Sêrt, Xarpêt, Mûş, Erzirom, Bartin, Amed, Bayburt, Duzce û Tekîrdagê hatiye ragirtin.    Atlig îro ji Girtîgeha Tekîrdagê hat berdan û ji aliyê rêveberên MATUAYDER û HDP’ê ve hat pêşwazîkirin.    Hat zanîn ku dê Atlig biçe cem malbata xwe ya li Êlihê dimîne.