Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin 2022-10-09 20:25:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Baroyên bajarên Amed, Wan, Riha, Dêrsim, Semsûr û Sêrtê kongreyên xwe li dar xistin û serok û rêveberiyên nû hatin bijartin.  Baroyên bajarên Amed, Dêrsim û Sêrt Civata Giştî ya Asasyî li dar xistin. Di hilbijartina baroya Amedê carek din Nahît Eren hat bijartin. Ji bo serokatiya Baroya Dêrsimê jî Fatma Kalsen û ji bo serokatiya Baroya Sêrtê jî Nîzam Dîlek hatin bijartin.    Serokê Baroya Amedê yê heyî Nahît Eren bi piraniya dengan wergirt. Ji bo serokatiya baroya Amedê Nahît Eren, Muhlîs Ogûrgul û Cengîz Baysal ketin pêşbaziyê. Eren 872 dengi Ogûrgul 656 deng û Baysal jî 32 deng wergirt.    Baroya Dêrsimê jî Civata Giştî ya Asayî ya 12’emîn li dar xist. Tenê namzetek hebû û ev namzeta jin Fatma Kalsen hat bijartin.    Li Sêrtê jî Nîzam Dîlek cara sêyemîn ji bo serokatiya baroyê hat bijartin.   WAN Di hilbijartina Civata Desteya Giştî ya 28’emîn a Baroya Wanê de sê namzet bo serokatiyê ketin pêşbaziyê. Parêzer Sînan Ozaraz di hilbijartinê de herî zêde deng wergirt û bi 427 dengan bû serokê baroyê yê nû. Rêveberiya nû ya Baroyê jî wiha ye: Nazli Polat, Zeynep Kutluk, Sîpan Gokhan, Rohat Kurt, Bayram Baykan, Cîhan Yaman, Dîlan Ayan Kunt, Denîz Yildiz, Cîhat Sargut û Erdal Temîzaltin. RIHA Baroya Rihayê jî Civata Desteya Giştî ya 36’emîn li dar xist. Ji bo serokatiya baroyê 6 namzet ketin pêşbaziyê. Di hilbijartinê de herî kêm Abdullah Oncel 335 deng wergirt û bû serokê baroyê. Oncel serdema beriya vê serdemê jî serokê baroyê bû. SEMSÛR Di hilbijartina Civata Desteya Giştî ya 34’emîn a Baroya Semsûrê de jî serokê heyî Bîlal Dogan carek din bi ser ket û bû serokê baroyê.