Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir 2022-10-09 16:12:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrikê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daket qadan û komplo şermezar kirin.   Bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan. Li bajar û navçeyên navborî esnafan derabeyên dikanên xwe venekirin. Meş, li Qada Azadî dest pê kir û di dema meşê de girseyê dirûşmên “Bijî berxwedana Rêbertiyê", "Bimre faşîst Erdogan” û “Bimre komploya navneteweyî” berz kirin. Di meşê de her wiha wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin.    Piştî meşê jî Endamê Meclisa Herêma Cizîrê yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Seîd Sîpan axivî û da zanîn ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk tê, dê têkoşîna xwe bidomînin. Sîpan, bi domdarî wiha got: “Em, komployê bi tundî şermezar dikin. Komplo, di şexsê Abdullah Ocalan de ku rewşenbîr û fîlozofê neteweya demokratîk e, li dijî hemû gelên herêmê hat kirin.”