Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn 2022-10-09 15:15:48 ENQERE - Kesên ku di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Karşiyakayê hatin bibîranîn.    Di 7’emîn salvegera komkujiya ku DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de pêk anî û 104 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 500 kes jî birîndar bûn de, gelek kes li Goristana Karşiyakayê hatin cemhev.   Malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêxistinên civakî yên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û gelek welatiyan li ser gorên kesên jiyana xwe ji dest dane çalakiyeke bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de dirûşmeyên “10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede ji bîr kirin” , “Ji şer re na, di zûtirîn demê de aştî” berzkirin û pankarta ku wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li ser bû hate vekirin.    ‘HETA KU EM NEBÊJIN QEDIYA DOZ NAQEDE’   Sekreterê Giştî yê Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Vedat Bûlût ê beriya serdana goristanê di daxuyaniya çapemeniyê de axivî, destnîşan kir ku weke di doza komkujiyê de jî derket holê rayedaran êriş paşguh kiriye. Bûlût, diyar kir ku ji bo ku pêdiviya edaletê pêk bînin hatine gelhev û wiha got: “Wê rojê heyeta me ya TTB'ê jî li qadê bû. Nehiştin em xwe bigihînin birîndaran. Ji ber polîsan bi gaza îsotê û muameleya xerab êriş kirin, mudaxileye pêwîst nehate kirin. Heke ambûlans di dema xwe de bihatina, dibe ku windahiya can kêm bûbûya. Lê belê ambûlansên ku wê rojê qet nexebitîbûn hebûn. Lê ji bo sûcên li dijî mirovahiyê tu statuyeke demborînê nîne. Em ê peywira xwe ya li dijî hevalên xwe yên ku ji jiyana xwe ji dest dane bi cih bînin. Em ê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin û li cihê ku em dibêjin 'qediya' ev doz wê biqede.”   Piştî daxuyaniyê girse ji bo serdana goran ber bi goristanê ve meşiya.    ‘KESÊN KU KOMKUJÎ PÊK ANÎNE WÊ HESABÊ BIDIN’   Girse ewilî çû ser gora Îdîl Guneyê. Hevala xebatê ya Guneyê, Hale Engîn wiha got: “Îdîl keseke mirovhez bû û ji ber aştî dixwest li wir bû.” Serokê Şaxa BTS’ê yê Edeneyê Tongûç Ozkan jî  wiha got: “Miroveke ku her cihê lê keyfxweş dikir bû. Di komkujiyê de li hemberî min bû, em bi hev re ketin. Dibe ku wê ez parasti bim.” Serokê Şaxa BTS’ê yê Meletiyê Hasan Akdemîr jî wiha got: “Mixabin wê rojê, mirineke ku beriya niha hatibû plankirin û rêya wê hatibû vekirin hebû. Dema em li erdê bûn kesên ku bombeyên gazê avêtin ser me û ambûlansên nehatin hejmara miriyan zêde kir. Kesên ku ev komkujî pêk anîn wê teqez rojekê li pêş edaletê hesabê bidin.”   ‘EM Ê GOTINA SOSYALÎZMÊ BIDOMÎNIN’   Girse dû re derbasî ser gora Korkmaz Tedîk bûn. Yek ji hevalên têkoşînê yên Tedîk, endama Partiya Kedê (EMEP) Dîlan Ortakçi wiha axivî: “Em weke gelan daxwaza aştiyê ya me wê rojê qîr kir didomînin û bidomînin jî. Bîra me rê nîşanî me dide. Li cihê ku kedxwarî û newekhevî lê hebe em ê gotina têkoşîna maf û sosyalîzmê bidomînin.”   ‘EM Ê JI TARIYÊ BI HEV RE DERKEVIN’   Piştî Ortakçi, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz ê axivî, diyar kir ku kesên ev komkujî pêk anîne dijminên kedê ne û wiha got: “Yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan xwişk û birayên me hemûyan bûn.  Korkmaz rêveberekî girîng ê me bû. Weke malbata EMEP'ê me di vê komkujiyê de 16 xwişk û birayên xwe winda kirin. Yên ev êrîş pêk anîn êrîşî kedkarên cemaweriyê kirin. Êrîş birin ser kedê, ev dijminên kedê ne. Em bi xurtkirina yekîtiya xwe hîn bêhtir hatine van rojan. Kesên ku piştî komkujiyê gotin 'dengên me zêde bûne' em ê bêzar nebin. Em ê destûrê nedin vê yekê û em ê bi hev re ji nava vê tarîtiyê derkevin.”   ‘DILÊ KESÊN DIBÊJIN AŞTÎ Û DEMOKRASÎ BI MERE NE’   Dayika Tedîk, Zohre Tedîk jî destnîşan kir ku hevrêyên 103 mirovan in wê di vê oxirê de têkoşînê bidomînin û wiha axivî: “Rehet razin. Têkoşîna ku korkmaz dimeşand ya me hemûyan e. Korkmaz, Îdîl û Çoşgûn ne di goristanan de ne di dilê me de ne. Dîsa 104 mirov wê li cem me bin û em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Bila nefikirin ku em ev qas in, ji bo aştî û demokrasiyê dile herkesê bi me re ye.”   Girseyê qerenfîl danîn ser gorên Alî Kîtapçi û Ûygar Çoşgûn ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan.