Cemîl Taşkesen hat berdan 2022-10-09 15:01:11   SÊRT - Welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen ku di dema axaftina bi Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener de jê re gotibû “Ev der Kurdistan e”, hatibû binçavkirin. Taşkesen, bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener di 28’ê cotmehê de li navçeya Misirc a Sêrtê çûbû serdana esnafan. Di dema serdanê de welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen bertek nîşanî polîtîkayên înkar, tunekirin û pişaftinê da û got “Ev der Kurdistan e.” Taşkesen ku rojek piştî wê gotina xwe hatibû biçavkirin û li ser bertekan hatibû berdan, di 7’ê cotmehê de dîsa hat binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê.    Piştî kar û barên îfadeyê yên li midûriyeta emniyetê, Taşkesen sewqî edliyeyê hat kirin. Dozgeriyê jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” Taşkesen sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê ya Sêrtê kir. Dadgeriyê, bi şertê kontrola edlî, Taşkesen berda.