Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin 2022-10-09 14:08:45 ANTALYA - 5 girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê dihatin ragirtin, ji bilî daxwazên wan sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.    Hate diyarkirin ku girtiyên bi navê Mesût Canbey, Ramazan Sayan, Çetîn Sagir, Îbrahîm Ertaş û Ekrem Muhammed Henan Hamûdî ku li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyaya Antalyayê dihatin ragirtin, di şeva 7’ê cotmehê de bêyî daxwazên wan sewqî girtîgehên din hatine kirin. Hate ragihandin ku rêveberiya girtîgehê di mijara sewqkirinê de malbatên girtiyan agahdar nekirine.    Nehat zanîn ku girtî sewqî kîjan girtîgehan hatine kirin.