Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin 2022-10-09 12:16:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê du komîsyon peywirdar kirin.    Parlamentoya Iraqê piştî demekî dirêj civiya û êrişên Tirkiye û Îranê yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê xist rojeva xwe. Ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê, Komîsyona Ewlekarî û Parastinê û Komîsyona Têkiliyên Navneteweyî hatin peywidarkirin. Komîsyon dê li herêman bigerin û raporên xwe pêşkeşî meclisê bikin û dê di civîna Yekitiya Parlamenteran a Navneteweyî bên nîqaşkirin.    Endamê Komîsyona Asayîş û Parastinê yê Parlamentoya Iraqê Cewad Polanî têkildarî mijarê ji Rojnewsê re axivî. Polanî, got ku dê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê yên li ser xaka Iraqê lijneyekê ava bikin û wiha got: “Piştî ku lêkolîn bi dawî bû, dê rapor pêşkeşî hikûmeta federal bê kirin da ku Parlamentoya Iraqê di civîna Yekitiya Parlamenterên Navneteweyî de behs bike. Ev civîn dê çend roj piştre li Efrîqayê bê lidarxistin.”   Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî duh di civîna parlamentoyê de gotibû ku dê di civîna Yekitiya Parlamenterên Navneteweyî de daxwaza rawestandina êrişên Tirkiye û Îranê bikin û banga alîkariyê li hêzên navneteweyî bikin.