Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin 2022-10-09 11:13:30   ÊLIH - Li Êlihê ji bo nexweşxaneya ku 500 cihê razana wê dê hebe û weke “projeya hilbijartinê” tê penasekirin, cara 3’yêmîn îhale hate kirin. Hevserokê SES’ê Denîz Topkan bi lêv kir ku desthilat “li pey şova siyasî ye.”   Hîmên Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê ku 500 cihê razana wê dê hebe û desthilatê veguherandiye propagandaya hilbijartinê hêj nehatine danîn. Yekemîn îhaleya çêkirina nexweşxaneyê di 2’yê mijdara 2021’an de li Enqereyê pêk hat. Îhale bi 423 milyon lîreyî ji fîrmayên înşaetê yên Ederay û Gokyolê re hate dayîn. Fîrmayan ji îhaleya ku ji ber nûjenkirina lêçûnan dixwestin bê betalkirin re vekişiyan. Îhaleya duyemîn ku di 7’ê sibata 2022’yan de hate kirin bi 470 milyon lîreyî ji Saridaglar Înşaat a firmaya Çewligê re hate dayîn. Lê ev îhale jî ji ber mafê “nûjenkirina bihayan” ê ji mutehitan re hate dayîn, hate betalkirin. Ji bo nexweşxaneyê di 5’ê cotmehê de cara 3’yemîn îhale hate kirin. 5 fîrma tev li îhaleya ku li Enqereyê hatin kirin bûn. Îhale bi milyarek û 199 milyon û 500 hezar lîreyan ji înşaeta MBD ya Enqereyê re hate dayîn. Bi dawîkirina îhaleyê weke hezar roj hatin diyarkirin.    PROJEYA KU 6 SAL IN BI DAWÎ NABE   Hevserokê Şaxa Sendîkayên Kedkarên Xizmetên Tenduristiyê (SES) ya Wanê Denîz Topkan, bi lêv kir ku çêkirina nexweşxaneyê ku hêj ne diyar e veguheriye ‘projeya hilbijartinê’. Topkan, bal kişand ser pêvajoya çêkirina nexweşxaneyê û wiha got: “Di sala 2016’an de lêgerîna li cihekî ya nexweşxaneyê ku weke 200 cihê razanê ketibû rojevê, dest pê kir. Mixabin ji ber lihevnekirina axê gelek caran çêkirina nexweşxaneyê dest pê nekir. Pişt re weke 400 cihê razanê û pişt re jî weke 500 cihên razanê hate nûkirin.”   ‘DESTHILAT LI PEY ŞOVÊ YE’   Topkan, diyar kir ku pêvajoyên îhaleyan bûn sedemê pirse nîşananan û wiha berdewam kir: “Em dizanin ku dewlet hatiye asta ku ji derve deyn bistîne û hejmarên gelek komik ji lêçûnên tenduristiyê re tên veqetandin. Yek ji sedemên ku ev nexweşxane nayê çêkirin, nebûna tahsîsateke têrker e. Sedemeke din jî ew e ku tişta were çêkirin weke malzemeye hilbijartinê tê bikaranîn. Ji ber ku aqilekî dibêje ‘ma berê nexweşxane hebû, me çêkir?’ heye.”   Topkan, anî ziman ku desthilat hewl dide “şovên erzan ên siyasî bike” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dizanin ku gelek biryarên ku îsal di gelek qadan de hatine wergirtin nayên sepandin. Yên ku dibêjin ‘200 dibistan dê bên çêkirin’ û du dibistan çêkirin, dikarin bêjin ‘tahsîsat nîne’ û çêkirina vê nexweşxaneyê belavî demekî dirêj bikin. An jî dikarin bi şoven erzan ên siyasî yên weke ‘em ji bo Êlihê nexweşxaneyeke bajêr ava dikin’ weke ku qenciyekê dikin, bikin. Desthilata ku her roj astengiyên nû derdixe pêşiya xizmetên tenduristiyê yên bêpere, biqalîte û wekhev ên gel, berdewam dike ku ji sermayedaran re rantê ava bike. Em ê têkoşîna li dijî vê hilweşandin û vê ferasetê bidomînin. Pergaleke ku her kes dikare bi zimanê xwe yê zikmakî, bê pere pêkan e.”   MA / Fethî Balaman