Cenazeyên Şik û Canbeyê hatin veşartin 2022-10-08 16:39:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên YJA-STAR'ê Rojda Şik û Gulistan Canbey di 18'ê Îlonê de li bejahiya gundê Darê yê navçeya Geverê di şerekê de jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Canbeyê li Bedlisê yê Şik'ê jî li navçeya Karazê hate veşartin.    Endamên YJA-STAR'ê Gulîstan Canbey(Asû Tekoşîn) û Rojda Şîk (Evîn) di 18'ê Îlonê de li gundê Darê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên Canbey û Şik ku li Saziya Tiba Edlî ya Wanê dihatin sekinandin duh radestî malbatên wan hatin kirin. Di dema wergirtina cenazeyan de rêvebirên Şaxa MEBYA-DER'a Wanê jî bi malbatan re bûn.    Malbata Şik, duh bi şev cenazeyê keça xwe birin navçeya Karaza Amedê û piştî wecîbeyên olî li goristana navçeyê veşart. Şîna malbatê li navçeyê daniye didome. Li aliyê din malbata Canbey jî cenazeyê keça xwe wergirtin û birin gundê Ovans ê navçeya Tetwana Bedlîsê. Malbatê piştî wecîbeyên olî cenaze li goristana gund veşartin. Şîna malbatê ya li gund didome.