28’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Wanê civiya 2022-10-08 14:49:34   WAN - 28’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Wanê ku dê 2 rojan bidome, dest pê kir. Serokê baroyê yê niha Zulkuf Uçar diyar kir ku avakirina welatekî demokratîk û wekhev xeyal nîne û wiha got: “Divê em ji bîr nekin ku peywira me ya herî girîng ew e ku hiqûq karîger be.”    28’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Wanê li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Wanê dest pê kir. Ji bo serokatiya baroyê ku zêdetirî hezar endamên wê hene, 3 namzet hene. Lijne, bi avakirina dîwanê dest pê kir û piştre jî rapora xebatan hat xwendin.    Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar di destpêka lijneyê de axivî û got ku di serdemeke ku serbixwebûna darazê bi temamî ji holê hatiye rakirin de ne. Bi domdarî Uçar ev tişt anî ziman: “Di gelek aliyan de binpêkirin zêde bûne û çanda necezakirinê pêş ketiye. Bêhiqûqî tê rewakirin. Ji bo ku bingeha dewleta demokratîk bê avêtin û daraz dîsa serbixwe bibe, divê em têbikoşin û ev yek peywira me ya esasî ye. Li rexekî li girîgehan rûmeta mirovan tê binpêkirin, li rexekî penaber rastî êrişên nîjadperest tên, li rexa din jî tundî û îstîsmara zayendî ya li dijî jin û zarokan zêde dibe. Piştî Peymana Stenbolê, jin bêparastin man. Ji bo parastina mafên mirovan, peywira me ya esasî ew e ku hiqûqê karîger bikin. Dema em li ser peywirê, di mijarên rojeva welêt diyar dikir de baroya me her tim di eniyên pêş ên têkoşînê de bû. Me polîtîkaya qeyûman nas nekir, di dema binpêkirinan de gelê xwe bi tenê nehişt.”   Lijneya giştî dê 2 rojan bidome û sibe bi hilbijartinê bi dawî bibe.